H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Îva Pêtrovayê encamên bernama hevkarîya Ermenîstanê û fonda hemcîhanî gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr seroka mîsîya li Ermenîstanê, ya fonda peraye navneteweyî Îva Pêtrova qebûl kirîye, ya ku şuxulkarîya xweye li Ermenîstanê îdî ser hevda anîye.Beşdarî hevdîtinê bûye usa jî Alêksandr Tîman, yê ku wê qulixa serokê mîsîya fondêye li Ermenîstanê hilde ser xwe.

Serokwezîr hevkarîya tevî fonda navneteweyî girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî nava hersê mehên sala îsaline ewlinda aktîvîya êkonomîkî tê xweykirinê û gavên hukumatê bona çareserkirina pêşkeftina êkonomîkayêne.

Beşdarên hevdîtinê encamnê bernama bi hevkarîya Ermenîstanê û fonda navneteweyî gotûbêj kirine.Wî alîda alîya razîbûn dane dîyarkirinê û derheqa gavên pêşerojêda xeberdane.

Fikir dora pirsên goveka fînansî, atmosifêra învêstîsîyon û aktîvîya êkonomîkî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button