SerekeSîyasî

Şîfa Barzanî di Newroza Tibîlîsê de: serok Barzanî em raspardine zimanê kurdî biparêzin

Serpereştyarê revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî di ahenga Newrozê ya li Tibîlîsê, paytexta Gurcistanê de gotîye: “Serok Barzanî em raspardine ku em zimanê kurdî biparêzin, ji ber ku parastina ziman, parastina hebûna me ye”.

Dezgeha Ronahî bi amadebûna serpereştyarê revenda kurdistanî Şîfa Barzanî, 7 ê nîsanê li Tibîlîsê ahenga Newrozê ji bo kurdistanîyên wî welatî lidar xist.

Di ahengê de, Şîfa Barzanî gotîye: “2725 sal berîya niha û heta niha kurdan ahenga Newrozê li ser çîyayên bilind pîroz kirîye û pîroz dike. Wê demê, ew miletên ku niha înkara gelê kurd dikin, hebûna wan li navçeyê nebû, lê Newroz milkê Kurdistanê bû. Newroz hebûna me ye û divê em wê biparêzin û salane agirê Newrozê gurrtir bikin”.

Şîfa Barzanî usa jî gotîye: “Hemû xweşî û nexweşîyên me di biharê de bûne. Ji ber vê yekê pêwendîyeke bi hêz di navbera kurd û xwezayê û çarenivîsê de heye, ew pêwendî jî wê herdem bimîne”.

Serpereştyarê giştî ya revenda kurdistanî gotîye: “Em li vir tenê cejina Newrozê pîroz nakin, bel ku em pêwendîyên xwe yên navxweyî û bi netewe, çand, dîrok û niştîmanê re ji nû ve nûjen dikin. Em pêwendîyên xwe bi wê xebata bêrawestan ya gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê dike, nû dikin”.

Her wiha gotîye: “Di Newrozê de em soza xwe ya niştîmanperwerî û yekîtîya gelê xwe dubare dikin.Newroza me ya îsal di demekê de ye ku navçeya Rojhilata Navîn di nav guhertinên mezin de ye. Pêwîst e hûn kurdistanîyên li welatên dîasporayê, rola xwe bilîzin da ku em dengê gelê xwe bigihînin berpirs û sazîyên wan welatan, ji bo piştgirîkirina gelê me”.

Şîfa Barzanî gotîye: “Pêwîst e di wan guhertinên ku li navçeyê rû didin de, rola kurdan hebe û bi awayekî aştîyane, piştgirî ji bo bidestxistina mafê kurdistanîyên her çar parçeyên Kurdistanê bê kirin. Di gel spasîya welatê Gurcistanê û welatên Yekîtîya Sovyeta berê ku derfetên baş dane ji bo parastina nasname û zimanê kurdî, di heman demê de em daxwaz dikin ku zêdetir hevkarîya gelê me bikin û mafên çandî û rewşenbîrî zêdetir bidin gelê me û dibistanên zimanê kurdî vekin”.

Şîfa Barzanî usa jî gotîye: “Pêwîst e ez spasîya kurdistanîyên niştecîhên Gurcistanê û welatên Yekîtîya Sovyeta berê bikim. Wan bi awayekî baş parêzgarî li ziman, nasname, çand û heta ola xwe ya êzidî jî kirine. Kurdên wan welatan bi zimanekî kurdî yê resen diaxivin. Bêguman dayîkan roleke girîng û sereke di vî warî de lîstîye. Ez navê wan wek şêrejina tînim zimên û destê wan diguvêşim û maç dikim”.

Şîfa Barzanî amaje bi wê yekê kirîye: “Parastina ziman, parastina hebûn û mana me ye. Ji ber vê yekê jî serok Barzanî me radispêre ku em zimanê kurdî biparêzin. Di vê çarçoveyê de jî, bi hevkarîya hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi çavdêrîya serokwezîr Mesrûr Barzanî, konfederasyona revenda kurdistanî li gel wezîreta perwerdeyê ya hukumeta Herêma Kurdistanê ya deştnameyek lihevkirinê ji bo dema 15 salan îmze kirîye, da ku zimanê kurdî bi zarava û tîpên cuda bigihînin her maleke kurdistanî li dîasporayê”.

Da zanîn jî: “Sala bê ew bername wê bikeve kar û her maleke kurdistanî li dîasporayê bi awayekî onlayn dikare sûdê ji zimanê kurdî werbigire û fêr bibe, bi taybetî zarokên wan. Ez daxwazê ji we dikim, çi ji destê we tê, zarok û xelkê xwe agahdar bikin ku beşdarî wê programa ziman bibin û bi awayekî cidî zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin. Daxwaz ji navendên rewşenbîrî kir ku xelkê kurd li dîyasporayê hişyar bikin da ku tevlî wê programê bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button