Bi serokatiya Arayîk Harutyunyan civîna lijneya kêmarên netewî hatîye lidarxistin

Civîna asayî ya lijneya kêmanên netewî bi serokatiya sererkanê serokwezîriyê Arayîk Harutyunyan hatîye lidarxistin. Ev ji aliyê wezîreta ragihandin û têkiliyên gel ve hatîye ragihandin.
Di danişînê de mijarên têkildarî perwerdekirina pisporên zimanên hindikahiyên neteweyî yên li Ermenîstanê û tevlêkirina zarokên hûrgelên neteweyî di bernameya dewletê ya kampên havînê yên ku her sal têne organîzekirin hatine pêşkêş kirin.
Li ser mijarên rojevê nîqaş hatin kirin û endamên meclîsê çavdêrî û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Arayîk Harutyunyan telîmat da wezîreta perwerde, zanistê, çandê û sportê ku ji bo perwerdekirina pisporên ziman bernameyekê amade bike û di rûniştina pêş de pêşkêş bike. Sererkanê serokwezaretiyê jî ji bo çareserkirina mijarên navborî talîmat da.







