H’emû nûçeSereke

Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” pir girîng e û li gorî konsêpta me ye: rêveberê mîsyona daîmî ya  banka pêşketinê ya Asyayê li Ermenîstanê

Ermenistan çiqas di nav projeyên aborî yên herêmî yên mezin de întêgrasîya bibe, îhtîmala şer wê ewqas kêm bibe û ev rewş wê zêdetir bawerî bi sermayedaran re çêbike.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev nêrîn ji aliyê Don Lambert, rêveberê mîsyona daîmî ya banka Asyayê ya geşepêdanê ya li Ermenîstanê, di civîna çapemeniyê ya ku ji bo rojnamevanan hatîye organîzekirin hatîye eşkerekirin.

Û ewî gotîye  her ku piroseya aşîtîyê li Kafkasîya Başûr pêş bikeve, wê îmkanên mezintir ji bo karsaz û nûnerên sêktorên bazirganî yên cuda peyda bibin.

“Ermenistan di nav devereke pir tengezar de ye, ku ji Iranê bigire heya Libnanê û Israyêl bi geşedanên jeopolîtîk ve girêdayî ye, ji ber vê yekê înîsiyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji hêla rayedarên Ermenistanê ve hatîye pêşkêş kirin di vî warî de pir girîng e û bi konsepta me re hevaheng e”. Rêveberê mîsyona Ermenîstanê ya  banka pêşketinê ya Asyayê wiha gotîye: “Ew ê întêgrasyona aboriyê pêş bixe, ev jî wê bibe bingeheke mezinbûna aborî ya demdirêj”.

Lambert mînaka avakirina bazareke hevpar ya komir û pola ku di peymaneke pêwendîdar de piştî şerê cîhanê yê duyem hatiye çespandin, destnîşan kir, ku di destpêkê de bi armanca nûjenkirin û başkirina hilberînê di pîşesaziyên komir û mêtalurjîk de û çareserkirina pirsgirêkên kar di wan sektoran de bûye.

“Herwiha ew platformeke girîng bû ji bo diyaloga bi bandor, ji ber ku ew bû bingehek ji bo avakirina Yekîtiya Avropayê”.Ne tesaduf e ku bi saya vê îhtîmala şer di navbera Fransîyayê û Almanyayê de bêbandor bû û pêvajoyên întêgrasyonê dest pê kirin. Lambert gotîye: ” Banka pêşketinê ya Asyayê hêvî dike ku înîsîyatîva Xaçerêya aşîtîyê li vê herêmê jî heman bandorê bike û di navbera hemû welatan de têkiliyên nêzîk bên avakirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button