SerekeSîyasî

Komxebata kongra amêrîkî ya kar û barên ermenîyan bang li Marko Rûbîo û Maykl Wols dike ku azadkirina girtîyên ermenî yên ku li Adirbêcanê ne ewleh bikin

Komîtêya ermenî ya neteweyî ya Amêrîkayê ragihandîye, 25 endamên komîtêya kar û barên Ermenîstanê ya Kongrêsa Amêrîkayê nameyeke ji wezîrê der yê Amêrîkaye Marko Rubîo û şêwirmendê ewlekarîya netewî ya serokê Amêrîkayê Maykl Wols re şandine û tê de daxwaza berdana girtiyên ermenî yên neqanûnî li Bekûyê û bihêzkirina siyaseta Amêrîkayê bo parastina serwêrî û ewlekariya Ermenîstanê dikin.

Name ji alîyê serokên koma Ermenîstanê ya kongreyê Frank Palon, Dêyvîd Valadao, Brêd Şêrman û Gas Bîlîrakîs ve hatîye destpêkirin.

Komîtêya netewî ya Ermenîstanê dide zanîn ku ev name li hember daxuyaniyên li ser lihevkirina li ser pêşnûmeya peymana aşîtîyê di navbera Ermenistan û Adirbêcanê de hatiye destpêkirin, piştî ku ji ber danîna pêşmergên nû ji alîyê Adirbêcanê ve, ku guhertinên di destûra Ermenîstanê de û hilweşandina Koma Mînskê ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlehbûna Avropayê ne, pêvajo rawestîya.

Di nameya xwe de, kongrêsman tekezî li ser pêwîstiya beşdarîya Amêrîkayê bo rêgirtina li paşketina proseya aşîtîyê û fişara li ser Adirbêcanê bo berdana girtiyên ermenî kirin. Wana tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi daxuyaniya wezîrê  karên der Rubîo re ku dibêje dem hatiye ku aşîtî li Kafkasya Başûr pêk bê û herwiha bi daxuyaniya şêwirmendê ewlekariya netewî Maykl Wols ku pêwîst e rêkeftina aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de bi dawî bibe, girtî bên berdan û bi hev re kar bikin da ku herêm aramtir û geştir bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button