Fîlmçêkirên bîyanî heger li Ermenîstanê fîlmekê bikşînin dikarin 35 selef veberhênana xwe paşde bistînin

Fîlmçêkirên bîyanî jî di nav de yên ku bi fîlmçêkirên ermenî re bi hev re fîlm çêdikin, wê ji 35 selefê pereyên ku ji bo hilberîna fîlman li ser axa Komara Ermenîstanê veberhênan kirine paşda bistînin.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di civîna 10 ê nîsanê ya hukumetê pêşnûmeya biryarê ya têkildarî mijarê hat qebûlkirin.
Li gorî wezîreta perwerdê, çandê, werzîşê, zanistê û têknolojîyê, ev proje derfetê dide ku şert û mercên guncav ji bo veberhênanên bîyanî di sêktora hilberîna fîlman de çêbibe, hilberîna hevpar bê pêşxistin, çalakîya aborî di sêktorê de bê aktîvkirin, beşdarî peydakirina dahata zêde bibe.
Wezîr lê zêde kirîye ku ji xwe bi platformeke wek Netflix re peymanên îmzekirî hene.
Û qebûlkirina vê projeyê dê bihêle ku lihevkirin derbazî asteke pratîkî bibin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan jî gotîye, derket holê ku hukumet 35 selefê veberhênanên di hilberîna fîlman de firsendê vedigire.







