H’emû nûçeSereke

Adirbêcan gavên dijî serbixwetîya Ermenîstanê çawa “mecala girîng bona qewînkirina aminayê” hesab dike

Korîdora Zangêzûrê dikare bona qewînbûna aminaya li herêma Kafkasîya Başûr çawa mecala girîng bê qebûlkirinê.Derheqa wê yekêda wekîlê serokê Adirbêcanê Êlçîn Amîrbêkov wextê gotûbêjkirina nava dorana hemcivîna dîplomatîye li Antalyayê, gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî “ev korîdor mecaleke pêvajoya helkirina pirsgirêkên nava pêwandîyên di navbera Bekûyê û Yêrêvanêdane”. Derheqa wê yekêda çapemenîya azêrî nivîsîye.

Bi vî cûreyî Bekûya fermî careke mayîn xwestîye bona gavên dijî serbixwetîya Ermenîstanê elam bike, çimkî derheqa xwestina destanîna korîdora nava axa Ermenîstanêra dibêje, dijî kîjanêye Yêrêvana fermî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button