Me pêşnîyarên konkrêt bona pirsa vekirina rîya raberî Bekûyê kirine, lê bersiva erênî tune: wezîrê karên der

Ermenîstanê bona vekirina rîya pêşnîyara konkrêt raberî Adirbêcanê kirîye, lê hetanî niha bersiva erênî tune.Derbarê wê yekêda nava dorana forûma dîplomatîye li Antalyayê, wextê gotûbêjkirina tevî wezîrên karên dere ji Adirbêcanê û Gurcistanê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, gotîye.
“Me pêşnyarî Adirbêcanê kirîye û li gorî wê yekê ew dikarin usa jî rêyên meye hesinî bidine xebatê û em jî yên wan. Em fem dikin wekî beşa başûrê Ermenîstanêye 45 kîlomêtrê bona pêwandîyên herdu beşên Adirbêcanê ya here kurte.Me pêşnîyar kirîye ku dezgehên êlêktronî bidine xebatê, kîjan wê îzinê bidin ku bêyî kontrola fîzîkî, bi cûrê êlêktronî, lênihêrandinê mîyaserkin û bi saya wê yekê jî di navbera îdarada mecala tranzîtê zû bê dayînê.Me pêşnîyara konkrêt kirîye, lê bersiva erênî tune.Dibek xemgînîyên wan hene, ez nizanim, lê ev yek tiştê bijartinêye”,-Mîrzoyan gotîye.







