Nava dorana dîyaloga bona azakirina vîzayên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, dêlêgasîya mîsîya pisporên Yekîtîya Avropayê hatîye Ermenîstanê

Serokê îdara wezîreta Ermenîstanêye karên dere Avropayê Samvêl Mkrtçyan, nava doranên dîyaloga bona azakirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda, dêlêgasîya pisporên Yekîtîya Avropayê qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Beşdarî vê hevdîtinê bûne wekîlên ji wezîreta Ermenîstanêye karên der, îdara mafên mêriv û pirsên hûmanîtarî, usa jî yên wezîreta karên hundur. Nava dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêda pisporên wê govekê, wekîlên dêlêgasîyayên îdarên wane li Ermenîstanê û usa jî yên komîsîya avropî hebûne.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa mafên mêriv û hevkarîya nava wê govekêda hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa şerkarîya dijî xirabkarîyêda çûye.
Armanca seredanê ew bûye ku bi tomerî xebata bona bernama dora azakirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda bê qîmetkirinê.







