H’emû nûçeSereke

Projeyên “Xaçerêya aşîtîyê”, “Bendera hişk”, “Bajarê akademîk”, “Bajarê înjênêrîyê” li Yaponyayê hatine raberkirin

12-13 ê nîsanê, wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan beşdarî merasîma vekirina pêşangeha cîhanî ya “EXPO 2025 li Osaka, Kansay, Yaponyayê” bû, ku tê de hukumeta  Ermenîstanê, di bin koordînasyona wezîreta aborîyê de, pavîlyona nûjen ya bi navê “Stûnên îro û sibê” pêşkêş dike.

Bi wezîr re balyozê Ermenîstanê yê Yaponyayê, Arêg Hovhannîsyan jî hatîye.

Pêşangeha cîhanî yek ji girîngtirîn bûyerên heyama pênc-salî ye, ku tê de destkeftên herî dawî di warên têknolojîyê, tendurîstîyê, aborîya domdar û xweser û geşepêdana bajarî de têne pêşkêş kirin. Zêdetirî 160 welat beşdarî pêşangeha îsal dibin û tê çaverêkirin ku 28 mîlyon kes serdana wan bikin.

Wezîr gerîyaye pavîlyona neteweyî ya Ermenîstanê, ku tê de heşt “stûn” hene, ku her yek ji wan rêgezek bingehîn nîşan dide ku Komara Ermenîstanê temsîl dike, ji dîroka kevinar û ramana efirîner bigire heya têknolojîyên nûjen û pabendbûna bi aşîtîyê.

Di pavîlyonê de megaprojeyên hukumetê jî hene, di nav wan de “Xaçerêya aşîtîyê”, “Bendera ziha” ya  “Bajarê akadêmîk” û “Bajarê endezyarîyê”.

Pavîlyon hawîrdora veberhênana xweş ya Ermenîstanê û cîhên geştyarî yên girîng û balkêş pêşkêşî dike.

Wek din, pavîlyona neteweyî ya Ermenîstanê înîsîyatîvên nûjenîya perwerdehîyê jî pêşkêş dike: KOAF, Armat, û her weha vîzyona Ermenîstanê ya ji bo perwerdehîya pêşerojê. Tora navneteweyî ya Tumo bi berfirehî tê pêşkêş kirin, nemaze navenda Tumo Gûnma, ku wê di 1 ê hezîranê de li Takasakî, Yaponyayê vebe, wekî mînakek hinardekirina bernameyek perwerdehîyê ya ku li Ermenîstanê hatîye çêkirin.

Wezîr Gêvorg Papoyan bal kişand ser girîngîya beşdarbûna Ermenîstanê di pêşangehên bi vî rengî de û destnîşan kir ku ev yek ji bo pêşkêşkirina potênsîyal û cazîbeya welêt li ser platformên navneteweyî û çêkirina rêyên nû yên hevkarîyê derfetek zêde ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button