H’emû nûçeSereke

Ji bo çêkirina fîlmên li dijî ermenîyan gelek caran gelek pere ji min re hatine pêşnîyarkirin, lê min red kirine: Êmîr Kûstûrîsa

Ji bo çêkirina fîlmên li dijî ermenîyan gelek pere raberî min kirine, lê min red kirine. Derhêner û mûzîkjenê sêrb yê navdar Êmîr Kûstûrîsa di hevpeyvîneke taybet ya bi News.am ê re  gotîye.

“Hûn dizanin ez ji welatê we hiz dikim. Gelek caran ji bo çêkirina fîlmên ku li dijî we bin, gelek pere  raberî min kirine, lê min red kirin, ji ber ku min dizanibû ku beşeke girîng ji xelkê Bêlgradê, paytexta Sêrbîyayê ermenî ne, û we ev yek nizanibû. Gelek ermenî beşek ji miletê me ne. Ez dizanim ku wana çiqas êş kişandîye, çi qirkirineke mezin li gelê we hatîye kirin. Têkilîya min bi hunermend, nivîskarên we, bi wan hemû kesên ku neteweya we ya biçûk li cîhanê mezin dikin re bi rastî jî nêzîk in”,- Kûstûrîsa gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button