Alên Sîmonyan û Tanya Fayonê pirsên derheqa rojeva Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gotûbêj kirine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan cîgira serokwezîrê Slovênyayê, wezîra karên der Tanya Fayon qebûl kirîye.Bi dîyarkirina rola dîplomatîya parlamêntîyê, ya nava pirsa pêşketina dînamîka dîyaloga sîyasîye di navbera Ermenîstanê û Slovênyayêda, beşdarên hevdîtinê kûrbûna pêwandîya girîng hesab kirine.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji parlamênta Ermenîstanê ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê xeberdan derheqa qaylnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, projeya amadekirî û pirsên bona herdu alîya hewaskar, çûye.
Navenda gotûbêjkirinada usa jî pirsên derbarê rojeva Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê.Alên Sîmonyan guhdarîya Tanya Fayonê teglîfî ser pirsa ermenîyên ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê, kirîye.







