H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan tevî  seroka ofîsa Kaya Kalasê pêrspêktîvên pêşketina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gotûbêj kirine

Wextê seredana xebtêye li Bryûsêlê, sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan rastî seroka ofîsa cîgira serokê komîsîya Avropayê Kaya Kalasê, Vîvîan Lûnêlayê hatîye.Derheqa wê yekêda ji ofîsa şêwira ewlehîyê ragîhandine.

Wextê hevdîtinê, pêvajoya pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û pêrspêktîvên pêşketinê hatine gotûbêjkirinê.

Fikir dora halê ewlehîya navneteweyî û herêmî hatine pevguhartinê.Sêkrêtarê şêwira ewlehîyê cedandinên ji alîyê hukumata Ermenîstanêda, yên bona îzbatkirina aşîtîya li Kafkasîya Başûr, raber kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button