SerekeSîyasî

Divê em ji bo îmzekirina belgeyeke têkilîyên stratêjîk yên bi Ermenistanê re bixebitin: cîgirê wezîrê Îranêyî karên der

Divê em xebatên xwe li ser îmzekirina belgeyeke têkilîyên stratêjîk yên bi Ermenîstanê re bikin.Mecîd Taxtê Ravançî, alîkarê yekem yê wezîrê karên der yê Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyvîna taybet ya malpera Regionmonitor.com ê gotîye.

Rêzdar Ravançî, hûn asta niha ya peywendîyên Îran û Ermenistanê çawa dinirxînin? Çi projeyên nû hûn dixwazin bi Ermenîstanê re pêk bînin? Hêvîyek heye ku hevkarîyê bigihînin asteke bilind û belge bikin?

Îran û Ermenîstan du cînarên baş in. Em ji têkilîyên baş yên ku di dîrokê de di navbera her du welatan de hene kêfxweş in. Gelên her du welatan bi kevneşopî xwedî têkilîyên baş in. Em di wê bawerîyê de nin ku potênsîyeleke mezin heye ku divê her du welat ji bo baştirkirina têkilîyên dualî bikar bînin. Em di wê bawerîyê de nin ku di warê bazirganîyê de gelek tişt hene ku di warê berfirehkirina peywendîyên aborî de ji bo her du alîyan sûdmend bin. Em di wê bawerîyê de nin ku di warê çandê de gelek tiştên baş hene ku dikarin di navbera herdu welatan de çê bibin, hem li Yêrêvanê û Tehranê û hem jî li bajarên din yên her du welatan.

Di warê hevkarîyê de, mînakên weha dikarin bernameyên pevguhertina zanîngehan, pevguhertina xwendikaran, bernameyên pevguhertina profêsoran bin. Bi ser de jî, em bawer dikin ku hin dever hene ku divê bêtir werin lêkolîn kirin. Mînak di warê korîdorên veguheztinê de ku dikarin her du welatan bi cînarên xwe ve girê bidin. Bi dîtina min potênsîyaleke mezin heye ku meriv dikare bikar bîne. Danûstandina mirovan, tûrîzmê, qadeke din e ku ji alîyê her du alîyan ve dikare were nirxandin. Ji ber vê yekê gelek mijar, gelek war hene ku divê her du welat girîngîyê bidin wan da ku têkilîyên baş yên di navbera alîyan de zêdetir pêş bikevin û berfireh bibin.

Em dibînin ku eleqeya her du alîyan heye û di navbera rayedarên her du welatan, wezîrên karên der û serokkomaran de têkilî hene. Karbidestên payebilind yên her du neteweyan dixwazin di gelek caran de nêrînên xwe biguhezînin. Ji ber vê yekê her tişt ji bo baştirkirina peywendîyên dualî amade ye û ne tenê di warê dualî de, em di wê bawerîyê de nin ku di qada navneteweyî de jî em dikarin di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî û forûmên din yên navneteweyî de hevkarîyên zêdetir hebin. Em di wê bawerîyê de nin ku gelek derfet hene ku divê werin lêkolînkirin û wek min got, Îranê û Ermenîstanê îradeya xwe ya pêşxistina peywendîyên xwe di warên cuda de nîşan dane.

Dibe ku li ser têkilîyên stratêjîk belgeyek were îmzekirin, îmkanek wiha heye?

“Bi dîtina min, çima na? Em difikirin ku divê em li ser vê yekê hewlên xwe bidin, û ez difikirim ku ev meyl heye, her du alî jî meyla xwe nîşan dane ku ber bi wê belgeyê ve biçin. Ez difikirim ku divê em li ser belgeyek baş bixebitin ku bibe bingeheke baştir ji bo her du alîyan da ku têkilîyeke stratêjîk hebe. Dibe ku ji bo amadekirina belgeyek baş dem lazim be, lê ez bawer dikim ku her du alî berjewendîya xwe nîşan bidin, divê em bêtir bixebitin ji bo bidestxistina wê armancê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button