Nîkol Paşînyan bi helkefta cejina Melekê Taus li nûnerên civaka êzidî yên Ermenîstanê pîroz kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi boneya cejina Melekê Taûs ji nûnerên civaka êzidî yên Ermenîstanê re peyameke pîrozbahiyê şandîye.
Wek ku “Armenpress” ji peyama pîrozbahiyê ya ku ji aliyê ofîsa serokwezaretiya Ermenîstanê ve hatiye belavkirin zaniye, di peyamê de wiha tê gotin: “Nûnerên civaka êzidî yên Komara Ermenîstanê, bi helkefta hatina sersalê, cejina Melêkê Taûs, bi germî li we hemûyan pîroz dikim.
Ev cejina neteweyî ya geş derfeteke xweş e ji bo parvekirina şahiyê û careke din ji hemû nûnerên civaka êzdîyên Ermenîstanê re gotinên xweş bişînin. Ez di wê baweriyê de me ku êzdiyên Komara Ermenîstanê, wek hemwelatiyên berpirsiyar, wê berdewam bin li ser pêşkeftina dewleta me.
Hukumet, ji alîyê xwe ve, bi biryar e ku piştgirîyê bide parastin û geşepêdana nasname, gihandina perwerdeyê û çalakîya aborî ya civaka êzdîyên Komara Ermenîstanê.
“Bi minasebeta hatina Melekê Taûs careke din we pîroz dikim, hêvî dikim ku sala bê ji bo Komara Ermenîstanê û civaka êzdiyên Ermenîstanê bibe sala dewlemendî û bextewarî, serkeftin û bextewariyê”.







