Rêberê bilind yê Îranê li ser hevdîtinên bi Amêrîkayê re, banga dubarekirina xeletîyên berê kirîye

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamênêyî bi daxuyand ku danûstandinên Omanê yek ji dehan mijarên ku wezîreta karên der rû bi rû ye, destnîşan kirîye: “Em li himber van muzakereyan ne zêde geşbîn in û ne jî zêde reşbîn in. Helbet em ji aliyê din re pir reşbîn in, lê ji îmkanên xwe geşbîn in”.
Ewî her wiha da zanîn ku ev kar di qonaxên destpêkê de baş pêşketiye.
“Şaşiya ku me di plana hevbeş de kir, divê li vir dubare nebe. Di dema me welat girêda û her tişt bi pêşketina muzakereyan ve şert kir. Dema veberhênerek dibîne ku welat girêdayî danûstandinan e, veberhênanê nake”.
Pêşveçûyîna welat di gihandina armancên xwe di hemû waran de divê bi leztir berdewam be û tiştek bi encamên danûstandinan ve nayê girêdan.
“Rakirina sizayan ne di çarçoveya desthilata me de ye, lê bêbandorkirina sizayan di bin bandora me de ye û gelek rê û derfetên navxweyî ji bo wê yekê hene û eger em bigihin wê armancê, welat wê ji sizayan bêhêz bibe”,- Xamênêyî tekez kirîye.







