H’emû nûçeSereke

Bi femdarîya me ew yek dikare bibe pêvajoya monîtorîngê: Paşînyan derheqa kontrolkirina rêda, ya ji alîyê hêza sêemda, xeberdaye 

Xala 9 a da, ya elametîya 9 ê mijdarêye sêalî, ji kîjanê tê texmînkirinê,wekî yekîtîya axa Ermenîstanê, serbixwetîya wê gerekê bi cûrekî bê nuxsankirinê, tiştekî usa tune wekî hêzeke sêemîn gerekê ji ser axa welatê me amadebe.Derheqa wê yekêda  Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye rojnamevana.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, wekî rê gerekê ji alîyê hêzeke sêemînda bê kontrolkirinê, Paşînyan gotîye: “Kontrola çi û li  kîderê gerekê kontrolkirin bê kirinê? Ew yek  tiştekî girînge ku bersiva wê pirsê bistînin.Me bersiva wê pirsê daye û me gotîye,wekî bi femdarîya me ew yek dikare bibe pêvajoya monîtorîngê, ya ku dikare ji alîyê Moskvayêda bi mecala spûtnîka bê mîyaserkirinê”.

Paşînyan careke mayîn îzbat kirîye,wekî yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetî nakeve bin şikberîyê û ew yek nikare usa bibe.

Kî ku dibêje wekî Ermenîstanê borcdarîya wî cûreyî hildaye ser xwe, rast nabêje”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button