H’emû nûçeSereke
Çêkirina pasaportên bîyomêtrîk ji bo welatîyên Ermenîstanê wê sala 2026 de dest pê bike:wezîreta karên hundir

Derxistina pasaportên bîyomêtrîk ji bo welatîyên Komara Ermenîstanê wê ji alîyê “IDEMIA Identity Security Fransa û A.C.I” ve bê kirin. Derheqa wê yekêda wezîra karên hundur Arpînê Sargsyanê di rûniştina meclîsa neteweyî ya 16 ê nîsanê de, di çarçoveya byûcêya hukumetê ya sala 2024 a (salên 2021-2026 a) di dema pêşkêşkirina raporta li ser pêşveçûyîn û encamên pêkanîna bernameyê eşkere kirîye.
Hilberîn, bi gotina wê, tê plan kirin ku sala 2026 de di nîvê duyemîn de dest pê bike.Sargsyanê da zanîn ku “Konsorsîûm wê ne tenê ji amadekirina pasaportan, di heman demê de ji organîzekirina xebata beşên pasaportan jî berpirsîyar be”.







