H’emû nûçeSereke

Em dikarin bêyî ku pêvajoyê bi peymana aşîtîyê ve girêbidin bi “Korîdora navîn” ve girêbidin: wezîrê karên der

Îro di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş ya di navbera serokên Adirbêcan û Gurcistanê de, serokkomarê Adirbêcanê ragîhand ku, korîdora navîn ku li başûrê Kafkasyayê tê gotin, wê di nav axa Gurcistan û Adirbêcanê re derbaz bibe. Ji bo ku Ermenîstanê jî têxin nava vê bernameyê em gavan bavêjin? Di rûniştina pirs û bersivan ya palamêntê-hukumetê de parlamêntara fraksiyona “Peymana sîvîl”ê Hasmîk Hakobyanê pirsek ji wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan kirîye.

“Eşkere ye ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatîye amadekirin û destpêkirin, ew e ku bibe beşek ji van rêyên lojîstîkî yên ku nû hatine xwestin yan hatine damezrandin, û ne tenê ji hêla Ermenîstanê ve, lê ji hêla tevaya Kafkasya Başûr ve jî tê kirin. Hûn dikarin bibêjin ku “Rêya navîn”.

Gelek pispor hene ku îdîa dikin ku “Xaçerêya aşîtîyê” ji “Korîdora navîn” e, projeyên avropî yên bi vî rengî hene. Tevahîya cîhanê niha li fersendên rêyên lojîstîkî yên nû digere, û “Xaçerêya aşîtîyê” ya me bi tevahî di van têgehan de cîh digire. Ez ê bêtir bibêjim, baş tê zanîn ku me pêşnîyarek pir çêkir, pratîkî kirîye. Ararat Mîrzoyan gotîye: “Me pêşnîyareke hevdu qebûlkirî pêşkêşî Adirbêcanê kir û heger bersiveke fermî ya erênî hebe, em dikarin yekser dest bi vekirina bloka jêrxanê û girêdana bi “Korîdora navîn” bikin, bêyî ku em vê pêvajoyê bi îmzekirin û erêkirina peymana xwe ya aşîtîyê re bikin yek”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button