Ez dixwazim bêjim, ew tê: Arman Yêxoyan li ser 2,6 mîlyard yûro piştgirîya Yekîtîya Avropayê

Di dema behskirina belgeya li ser proseya cî bi cîkirin û encamên bernameya hukumeta Komara Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ya sala 2024 a de, Arman Yêxoyan, serokê komîtêya daîmî ya Yekîtîya Aavropayê ya Ermenîstanê, di axaftina xwe de behsa çend xalên raporê kir û tekez kir, ku ew bi taybetî behsa 2,6 mîlyard yûro piştgirîya ji plana veberhênanê ya Yekîtîya Avropayê re dike.
Ewî destnîşan kir ku pir caran pirs tê kirin: ew 2,6 mîlyard yûro li ku ye?
Parlamêntar wiha gotîye: “Ez dixwazim bêjim tê. Ji 2,6 mîlyard heta niha mîlyardek yûro ji niha ve hatîye veqetandin. Ji alîyê veqetandinê ve tê wateya ku hem ji berê ve hatîye xerckirin û hem jî hatîye dayîn yan jî peymana li ser hatîye îmzekirin”.
Yêxoyan bi bîr xist ku parçeya herî mezin çend meh berê li salona rûniştinê ya Ermenîstanê hatîye erêkirin. Di navbera Komara Ermenîstanê û bankeya veberhênanê ya Avropayê de li ser deynek 236 mîlyon yûroyî, ku wê ji bo beşa Kacaran-Sîsyan ya rêya Bakûr-Başûr bê xerckirin, peymanek bû.
“Ew tenê beşek e. Piştre jî divê peymanek cuda ji hêla banka avropî ya avakirin û pêşdebirinê ve were îmze kirin, ku em ê beşek ji vê 2,6 mîlyard jî binirxînin”.
Yêxoyan herwiha da zanîn ku ji bo avakirina tûnêla Bargûşat bi Fransîyayê re û ji bo beşa 27 kîlometrî ya li alîyê Sîsîyan jî bi banka geşepêdana Asyayê re peymanek cuda tê îmzekirin.
“Heqê mayî, bi qasî 200 mîlyon yûro, ji niha ve hatîye û ji bo veberhênanên di aborîya kesk de bi şert û mercên tercîhî pêşkêşî bankayên me yên bazirganî hatîye kirin. Nêzîkî 90 mîlyon yûro ji niha ve ji alîyê şaredarîya Yêrêvanê ve hatîye veqetandin yan jî xerckirin. Bihêlin ez bi bîr bînim ku bi giştî li wir 120 mîlyon bû”,-parlamêntar gotîye.
Derbarê bernameya “Berxwedana Syûnîk”ê de jî dîyar kirîye ku heger ew ne şaş be ji 80 mîlyon yûroyê 30 mîlyon yûro hatîye xerckirin û îsal bi bankeya veberhênanê ya Avropayê re girêbesta 50 mîlyonî tê îmzekirin.







