Sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenîstanê, beşdarî gotûbêjkirina bi têma “Xaçerêya aşîtîyê” bûye

Sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan, li Bryûsêlê beşdarî gotûbêjkirina bi têma “Xaçerêya aşîtîyê” bûye, ya ku ji alîyê koma Rasmûsên Globalêda hatibû teşkîlkirinê, beşdarî kîjanê bûne usa jî nevsên sîstêmên avropî û welatên endamên Avropayêye fermî û usa jî pispor.
“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî li gorî elametîya ofîsa şêwira ewlehîyê, wextê gotûbêjkirinê pirsên bona îzbatbûna aşîtîya li Kafkasîya Başûr merkeza guhdarîyêda bûne û nava wê doranêda sêkrêtarê şêwira ewlehîyê cedandinên hukumata Ermenîstanê raber kirîye.Xeberdan usa jî derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da çûye û hatîye dîyarkirinê,wekî ew proje bona girêdana Avropayê û Asîyayê bi hevra girînge.
Cîgira wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya Krîstînê Xalêçyanê raporta amadekirî, ya derheqa projeyêda raber kirîye. Armên Grîgoryan bersiva pirsên hazira daye û bi taybetî derheqa sîyaseta herêmî û navneteweyîda xeberdaye.







