Serlêdanên ji bo welatîbûna Ermenîstanê van sê salên dawî de sê qat zêde bûne:wezîra karên hundir

Di van sê salên borî de, hejmara serîlêdanên ji bo welatîbûna Komara Ermenîstanê pir zêde bûye.
Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla wezîra karên hundir ya Ermenistanê Arpînê Sargsyanê di dema nîqaşên li meclîsa neteweyî ya li ser pêşkeftin û encamên pêkanîna bernameya hukumeta Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ya sala 2024 de hate ragîhandin.
“Zêdebûna serîlêdanên ji bo welatîbûna Komara Ermenîstanê heye ku di van sê salên dawî de sê qat zêde bûye û salane ji 20 hezarî derbaz bûye.Ev nîşaneke erênî ye”,- wezîrê destnîşan kirîye.
Li gorî wezîrê, aktîvkirina vê pêvajoyê jî pêwîstî bi veguhertinên têknolojîk çêkirîye.
“Di paralelê de, me pirsgirêka fêmkirina ka meriv çawa vê pêvajoyê bi tevahî dîjîtal bike hebû”,- Sargsyanê gotîye: “Pakêteke mezin ya guhertinan di warê hemwelatîbûnê de ji bo salên 2024-2025 a ve hatîye pejirandin, ku wê rê bide me ku em bi tevahî serlêdanan li ser platformeke dîjîtal qebûl bikin, kontrolên pêwîst mîsoger bikin, û xebatê bi rengekî bikêrtir birêxistin bikin”.







