H’emû nûçeSereke
Slovênîya piştgirîyê dide înîsîyatîva Ermenîstanêye bi sernavê “ Xaçerêya aşîtîyê”:Tanya Fayon

Slovênîya piştgirîyê dide înîsîyatîva Ermenîstanêye bi sernavê “Xaçernya aşîtîyê”.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê , derheqa wê yekêda wezîra Slovênîyayêye karên der Tanya Fayonê wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê.
“Slovênîya piştgirîyê dide înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê”.Ez difikirim,wekî eva mecaleke girînge bona aşîtî û qewînbûna herêmê. Çawa temamîya Yekîtîya Avropayê, usa jî Slovênîya hema ji destpêkê piştgirîyê dide wê înîsîyatîvayê”,-wezîra Slovênîyayêye karên der gotîye.







