H’emû nûçeSereke

Tevî hemû zehmetî û alozîyan jî, ez û hukumet bi xwe ji rojeva aşîtîyê dernakevin:Nîkol Paşînyan

Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêşnûmeya peymana aşîtîyê û damezrandina têkilîyên navdewletî hatîye qebûlkirin û li ser pêşnûmeya peymanê mûzakere hatin temamkirin. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Ev tê wê wateyê ku em ketine qonaxa gotûbêjên li ser îmzekirina peymanê û min ragîhand ku ez amade me li ser navê gelê Ermenîstanê peymanê îmze bikim”.

Adirbêcan îmzekirina peymanê di asta fermî de bi du mijaran ve girê dide. Yek ji van jî hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye. Min gelek caran gotîye ku ev ji bo Komara Ermenîstanê rojeveke têgihîştî ye. Heger em rûpela kêşeya Qerebaxê digrin û em vê yekê dikin, gelo hebûna pêkhateyek ku bi nakokîyê re mijûl dibe çi ye? Lê Koma Mînskê ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, bi kêmanî dêfakto, xwedîyê çarçoveyeke berfirehtir e, û em dixwazin piştrast bin ku Adirbêcan hilweşandina Koma Mînskê wek gavek ji bo girtina kêşeya Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser axa Adirbêcanê û veguheztina wê ji bo axa serwêr ya Komara Ermenîstanê nabîne. Ji bo rakirina vê fikaran, em pêşnîyar dikin ku Adirbêcan peymana aşîtîyê û serlêdana hevpar ya ji bo   Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ji bo hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê bi hev re îmze bike. Yanî peymana aşîtîyê û serîlêdana hevpar ya li ser hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  li ser masê bihêlin û ya yekem û ya duyemîn li heman cîhî û di heman demê de îmze bikin. Ev, bi awayê, pêşnîyareke fermî ye.

Mijara din ya ku Adirbêcan di çarçoveya îmzekirina peymana aşîtîyê de tîne ziman, îdîaya wê ye ku di destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê de li dijî Adirbêcanê daxwazên erdî hene. Ez wisa difikirim ku ji bo helwesteke rast di vê mijarê de, divê em pêşî hewl bidin ku em ji wê bîr û bawerîyê derbikevin ku Adirbêcan vê pirsê wek dilgiranîyek dilpak radigihîne, ne ku wek hincetek ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê, wek ku hejmarek pispor difikirin.

Divê em bi xwe jî bi rastî esasê pirsgirêkê, naveroka wê ya sîyasî û hiqûqî fam bikin. Û ji ber vê yekê, divê em bibêjin ku tenê dadgeha destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê dikare şiroveyeke fermî ji metina destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê re pêşkêş bike, yanî dadgeha destûra bingehîn ew sazî ye ku bi fermî dikare bêje ka destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê çi dihewîne.

Îlona sala 2024 a de dadgeha me ya destûra bingehîn rêziknameyên li ser xebatên hevpar yên komîsyona nîşandana sînorê dewletê û ewlekarîya sînor ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de û komîsyona dewletê ya nîşandana sînorê dewletê ya di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de lêkolîn kir û destnîşan kir ku rêziknameyên ku di danezana Alma Atayê de tê de wek prînsîpa bingehîn ya sînorê di navbera her du welatan de hatine tomar kirin.  Ev tê wê wateyê ku dadgeha destûra bingehîn ya me qeyd kirîye ku prînsîpa daxuyanîya Alma Atayê, ku li gorî wê axa Ermenîstana serbixwe bi axa Ermenistana Sovyêtê re û axa Adirbêcana serbixwe heman axa Adirbêcana Sovyêtê ye, û li ser vê bingehê alîyan li hev kirin ku di 6 ê cotmeha sala 2022 a de li Prahayê têkilîyên bi Komara Ermenîstanê re bi tevahî li gorî destûra bingehîn birêkûpêk bikin. Û ji ber vê yekê, sazîya ku ji bo şîrovekirina destûra bingehîn ya Ermenîstanê ye, bi biryareke bêveger destnîşan kirîye ku di destûra bingehîn ya Ermenîstanê de li ser Adirbêcanê yan jî welatekî din îdîayên erdî tune. Ez dubare dikim, ev biryareke bi hêza herî bilind ya yasayî ye û nayê paşvexistin.

Lê ji alîyê din ve, wek ku min derfet dît ku bêjim, em bi xwe jî di destûra bingehîn ya Komara Adirbêcanê de îddîayên axa Komara Ermenîstanê dibînin. Lê em vê pirsê nakin, ji ber ku di pêşnûmeya peymana li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de formûlasyonên pêwîst hene ku pirsgirêkê çareser dikin, û destnîşan dike ku alî li hember hev tu îddîayên erdnîgarîyê nînin û soz didin ku di paşerojê de van îdîayan dernexin, bi têgihîştina ku her du welat yekparebûna axa hevdu di nav axa Komarên Sovyêtê de wek ku di Komara Sovyêtê de hatî dîyar kirin nas dikin.

Îcar, heger em qebûl bikin ku helwesta Adirbêcanê di derbarê destûra me de ne hincet e, belkî dilgiranîyek dilpak e, rêya herî bibandor ji bo jinavbirina wê nîgeranîyê ne îmzekirina peymanê ye, lê îmzekirina wê ye. Çima? Ji ber ku li gor qanûnên me, hukumet mecbûr e ku metna peymana aşîtîyê ji dadgeha destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê re bişîne, da ku lihevhatina wê bi destûra bingehîn ya me re were verast kirin.

Her çend pispor pêşbînî dikin ku piştî biryara dadgeha destûra bingehîn heta sala 2025 a ew îhtimaleke wiha bilind nabînin, lê eger dadgeha makêzagonê biryarê bide ku metina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de ne li gorî destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê ye, wê demê Komara Ermenîstanê wê bibe xwedîyê rewşeke taybetî û hewcedarîya hilbijartina di navbera aşîtî û pevçûyînê de.

Lê heger dadgeha destûra bingehîn ya Ermenîstanê biryarê bide ku metina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de li gorî destûra bingehîn ya Ermenîstanê ye, di wê rewşê de ji bo pejirandina peymanê di meclîsa neteweyî de tu astengî namîne û piştî pejirandina di meclîsê de, wê xala 5 a, paragrafa 3 a ya destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê bikeve merîyetê, ku dibêje: “Di rewşa ku lihevhatinên navneteweyî yên di navbera Ermenîstanê û normên Komara Ermenîstanê de lihevhatin bin, qanûn, pîvanên peymanên navneteweyî wê werin sepandin”.

Ev tê wê wateyê ku peymana aşîtîyê piştî pejirandina li Ermenîstanê û herwiha li Adirbêcanê dê hêza herî bilind ya yasayî bi dest bixe û ji ber vê yekê, Adirbêcan bi helwesta xwe ya niha li ser peymana aşîtîyê, çareserîya pirsgirêkên ku bi xwe raxistîye asteng dike û ev e ku gelek pisporan dike sedem ku bêjin ku Adirbêcan bi hincetên çêkirî tenê îmzekirina peymana aşîtîyê dereng dixe.

Ji bo dûrketina ji her şaştêgihiştinekê, careke din tekezî li ser vê yekê bikim: Bi her awayî, rêya çareserkirina wan kêşeyên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine kirin, ne îmzekirina peymana aşîtîyê ye, lê belê îmzekirina wê ye. Û ji ber ku pirsên me yên bi vî rengî jî hene, heman tişt ji bo Komara Ermenîstanê jî derbas dibe.

Tevî hemû zehmetî û alozîyan jî, ez û hukumet bi xwe jî ji rojeva aşîtîyê dûr nakevin. Eşkere ye ku hin hêz hem li Ermenîstanê û hem jî li derveyî Ermenîstanê her roj propagandaya şer dikin û ji bo zindîkirina şer banga çalakîyên berbiçav dikin. Di nav van kiryaran de, rêtorîka şer ya Adirbêcanê derdikeve pêş, li gel kiryarên paralel yên axaftinê, ku bi tohmetên derewîn yên binpêkirina agirbestê li dijî Ermenistanê û gelek caran, heger ne rojane, binpêkirina agirbestê ji hêla hêzên çekdar yên Adirbêcanê ve têne dîyar kirin. Ev binpêkirin bi giranî ne armanc in, tevî ku di meha borî de du bûyerên taybet yên armanckirina gundê Xnasaxê yê parêzgeha Syûnîkê hatine tomarkirin.

Lê belê di vê demê de li çendîn taxên komara me dengên çekan yên bê armanc hatin bihîstin. Teqînên navborî yan di encama bêdîsîplînîya hêzên çekdar yên Adirbêcanê de ne, yan jî bi mebesta pêkanîna zexta derûnî li ser xelkê navçeyên navborî ne. Komara Ermenîstanê bang li Komara Adirbêcanê dike ku van dosyayên jorîn lêkolîn bike û ji bo rawestandina wan tedbîran bigire.

Dubare dikim ku min talîmata zelal daye artêşa Ermenîstanê ku rêjîma agirbestê binpê neke û Komara Ermenîstanê jî amade ye derbarê binpêkirina agirbestê ji alîyê artêşa me ve lêkolînê bike. Di heman demê de, ez careke din ji Adirbêcanê re pêşnîyar dikim ku mêxanîzmayeke hevbeş ji bo lêkolînkirina bûyerên sînorî, di nav de binpêkirina agirbestê, ava bike, ku rojane kar bike.

Di vê çarçoveyê de, ez hewce dibînim ku hemû axaftinên ku pêşbînîya alozîyeke nû û heta şerek nû di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de dikin, bikim.

Tu hinceta şer nîne. Ermenîstanê û Adirbêcanê yekparçeyîya axa hevdu, serwêrîya hevdu, nepêkanîna sînorên naskirî yên navneteweyî û nepejirandina bikaranîna hêz û gefa hêzê nas kirine.

Li ser van rastîyan ez bang li hemû hêz û kesên ku li Ermenîstan û Adirbêcanê tevdigerin dikim ku bi berpirsyarî tevbigerin, daxuyanîyên ku raste-rast yan neraste-rast li dijî mantîqê navborî nebin û vê mantîqê bipirsin. Tu perspektîfa wê tune.

Gelên Ermenîstanê û Adirbêcanê aşîtî û jîyana hevpar ya aştîyane heq dikin. “Şerê nabe, wê aştî çê bibe”,- ewî  nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button