H’emû nûçeSereke

Di peymana aşîtiyê de mêxanîzmeke dualî komîsyon ku wê cîbicîkirina peymanê bişopîne, pêk tîne: Mirzoyan

Ev jî beşek ji diyaloga giştî ya Ermenistan û Tirkayayê ye. Me karî li ser metinê reşnivîsa rêkeftina aşîtîyê li hev bikin û bi temamî ji bo îmzekirinê amadene. Ev serkeftineke pir mezin e. Ev, ez dibêjim, bûyereke dîrokî ye, tiştekî nedîtî ye. Bifikirin: Ermenîstanê û Adirbêcanê, piştî pevçûneke dirêj, piştî rijandina xwînê li herêma me, me karîbû, li ser nivîsê lihevkirinekê pêk bînin.Wezîrê Ermenîstanêyî karên Ararat Mîrzoyan di hevpeyvînekê de ligel mêdyaya tirkîyê, bersiva pirseke derbarê proseya îmzekirina peymana aşîtîyê de daye.

“Me pêşniyar kir ku demildest bi hevkarên xwe yên Adirbêcanê re dest bi şêwirê bikin da ku cîh û dîroka merasîma îmzekirinê were destnîşankirin. Lê mixabin em diyar dikin ku Adirbêcan di vê mijarê de hinekî cûda têgihiştinek heye.”Ew di wê baweriyê de ne ku Ermenîstan ji bo ku îmzekirina peymanê mimkun be divê hin gavên din bavêje.

Mînak behsa hilweşandina Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê tê kirin. Helwesta me ew e ku em bi tevahî amade ne ku dest bi pêvajoya hilweşandina Koma Mînskê ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  bikin. Têgihîştina me ew e ku heger îdî nakokî nemîne û Koma Mînskê tam ji bo pevçûnê hatibe avakirin, wê demê pêwîstiya hebûna wê komê jî ji holê radibe. Lê divê em, bi vî awayî, bi sazîbûnekê dawî li pevçûnê bînin, ku ev yek wê bibe îmzekirin û pejirandina peymana aşîtîyê. Ji ber vê yekê me ji hevkarên xwe yên Adirbêcanê re pêşniyar kir ku di heman rojê de du belgeyan îmze bikin: yekem peymana aşîtîyê di navbera her du welatên me de, û paşê serlêdana hevbeş ji sekreteriya  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê   re ji bo amadebûna me ji bo destpêkirina pêvajoya hilweşandina Koma Mînskê.

Hevkarên me yên Adirbêcanê jî bi berdewamî behsa destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê dikin. Daxwaza guhertina destûra Bqbingehîn ya me dikin. Ew dibêjin ku di destûra me de, di pêşgotina wê de, referansa me ji danezana serxwebûnê re heye, ku rast e, û li gorî wan, me tê de îddîaya me ya erdî li ser yekparebûna axa wan heye, ku ev yek bi tevahî ne rast e, ji ber ku tenê ew beşên daxuyaniya serxwebûnê xwedî hêzek yasayî ya girêdaye ne di wateya destûra bingehîn de ku bi rastî di destûrê de hatine binavkirin. Her wiha peymana ku em ê îmze bikin jî li ser vê mijarê radiweste. Ji ber vê yekê, ji bo ku ez rewşê bi tevahî fêm bikim, divê ez li vir hûrguliyên bêtir pêşkêş bikim.

Ji ber vê yekê, bi peymanê, alî bi hev re yekparebûna axa hevdu di nav sînorên ku di navbera welatên me de wekî Komarên Sovyêtê ên sosyalîst di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê de hebûn û piştra bûn sînorên navneteweyî yên naskirî nas dikin. Ev bend bi tevahî nîgeraniyên aliyê Adirbêcanê radixe ber çavan, ku bi serê xwe hişt ku lihevkirinek li ser teksta rêkeftinê were kirin. Di heman demê de, ew bi têgihiştina me re jî bi tevahî lihevhatî ye.

Eger em vê peymanê îmze bikin û ji bo erêkirinê bê şandin, di çarçoveya wê pêvajoyê de divê ji dadgeha destûra bingehîn re ji bo encamnameyekê, nêrînê bê şandin. Rêbaza me ya qanûnî ev e. Heger dadgeha me ya destûra bingehîn destnîşan bike ku ev xal, ev gotin bi tevahî li gorî destûra bingehîn tevdigere, ango ji derveyî sînorên ku ji aliyê Adirbêcanê ve tê qebûlkirin û ji alîyê civaka navneteweyî ve tê qebûlkirin, tu îdiayên erdnîgariyê tune ye, ev tê wê wateyê ku tu pirsgirêk nîne. Ji ber vê yekê bersiv, çareserî ne li derveyî peymana aşîtîyê, di nava wê de ye. Û rêya herî kurt ji bo çareserkirina pirsgirêkê îmzekirin û pejirandina peymana aştiyê ye.

Di heman demê de ez dikarim bibînim ku helbet ji aliyê têorîk ve îhtîmala ku dadgeha destûra bingehîn encameke neyînî derxe ku xala têkildar li gorî destûra bingehîn tevnegere, nayê red kirin. Lê belê, bingehên min yên cidî hene ku bawer bikim ku dadgeh dê bi îhtîmalek mezin helwestek erênî diyar bike. Û ev, divê ez bibêjim, bi rastî rewşek berbiçav e. Çend meh berê di meha îlonê de dadgeha me ya destûra bingehîn li ser mijareke wiha biryarek dabû. Me di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de belgeyek din îmze kiribû. Ew yekem belgeya navneteweyî bû ku di navbera her du welatan de hate îmzekirin, rêziknameya kar û bar ji bo komîsyonên demarkkirinê. Di wê rêziknameyê de, her du dewletên me careke din li hev kirin ku bingehê xêzkirinê daxuyaniya Alma-Atayê be, ku bi awayekî bi bandor wê ramana ku min berê behs kiribû dubare dike: ku divê sînor ew sînorên bin ku di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê de hebûn.

Ji ber vê yekê me dîsa serî li dadgeha destûra bingehîn da ku belgeyê bipejirîne û dadgeha me ya destûra Bingehîn jî diyar kir ku ew bi tevahî li gorî destûra me ye. Ji ber vê yekê, min sedemek baş heye ku ez bawer bikim ku di mijara peymana aşîtîyê de ku heman tişt dibêje, îhtîmaleke mezin heye ku dadgeha me ya destûra bingehîn dîsa bêje ku ew bi destûra me re lihevhatî ye. Ji ber vê yekê, pirsgirêk tune.

Di heman demê de em fikarên xwe yên li ser destûra bingehîn ya Adirbêcanê dibînin û hene. Û, dîsa, ez rave bikim. Ev ne tenê wêneyek neynikê ye. Di destûra bingehîn ya wan de behsa danezana serxwebûnê ya wan heye. Ji ber vê yekê, di daxuyaniya serxwebûnê de, ew eşkere dikin ku Komara Adirbêcanê ya niha paşverûya Komara Adirbêcanê (Dêmokratîk) ya yekem e, ne ya Sovyêtê. Û Komara Adirbêcanê ya yekem, ku beriya Yekîtîya Sovyêtê hebû, serwêriya xwe li ser herêmên ji Adirbêcana îroyîn pir mezintir ragihand. Ew ji 60 selefê erdên serdest yên Ermenîstana îroyîn dihewîne. Ji ber vê yekê, em dibînin, fikarên me hene, lê çima em vê pirsê berdewam nakin? Ji ber ku weke min berê jî behs kir em dibînin ku di mijara destûra bingehîn de çareserî di peymana aşîtîyê de ye. Em îmze dikin û pirsgirêkê çareser dikin.

Vegere ser pirsa sereke, divê ez bibînim ku em pir çêker in, pir nerm in. Me li ser vê nivîsê gelek xebat kirine. Niha ji bo îmzekirinê amade ye. Li cîhanê peymaneke aşîtiîê nîne ku bersiva hemû pirsên gengaz bide. Heger du civak xwedî dîroka dijminatî û nakokiyan bin, nikarin her tiştî bi yek belgeyê çareser bikin. Di peymana aşîtîyê de mêxanîzmayeke dualî – komîsyon – ku dê çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê bike, û her weha bi hemû dijwarî û nelirêtiyên muhtemel yên ku dibe û bi îhtimaleke mezin dê di pêvajoyê de bêne tomar kirin, bişopîne. Bi gotineke din, em amûrek ji bo birêvebirina van dijwariyan pêşdixin. “Ji ber vê yekê hêviyên ku berî îmzekirina peymana aşîtîyê divê hemû pirsgirêkên muhtemel bên çareserkirin, li gorî nirxandina me ne adil û ne jî realîst e”.

Mîrzoyan li ser pirsa gelo muzakere didomin jî wiha gotîye: “Belê, ji ber ku alternatîvek tune em danûstandinan dikin. Ger rojeva me ya aşîtîyê hebe, wê demê çi alternatîv ji muzakereyan re heye?”

“Ji ber vê yekê, danûstandin berdewam in. Ji bo cih, hûn dizanin, ne girîng e. Fikir heye ku li ser sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê îmze bikin. Çend paytextên din jî xizmetên xwe pêşkêş dikin, ez tiştekî red nakim. Heta niha ew pêşniyar negihîştiye min. Ez tu bijardeyê red nakim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button