Banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê wê krêdîta 102 mîlyon yûroyî bona werguhastinên nava goveka saxlemîxweykirinêda bide Ermenîstanê

Banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê wê krêdîta 102 mîlyon yûroyî bona werguhastinên nava goveka saxlemîxweykirinêda bide Ermenîstanê.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di navbera Komara Ermenîstanê û banka navneteweyî, ya daçêkirinê û pêşketinê, qayîlnivîsara bona mîyaserkirina bernama nava goveka saxlemîxweykirinêda hatîye îmzekirinê.Qayîlnivîsar 25 ê tîrmeha sala 2024 a hatîye îmzekirinê.
“Li gorî qayîlnivîsarê, wê 102 mîlyon yûro çawa krêdît bidine Ermenîstanê. Li gorî wê progiramê armanc ewe, ku dereca alîkarîya doxtirîyê bidine bilindkirinê û dijwarîyên fînansîye nava goveka saxlemîxweykirinêda bidine redkirinê”,- cîgira wezîrê saxlemîxweykirinê Lêna Nanûşyanê gotîye.
Bi gotina cîgira wezîr, tevî vê banka navneteweyî eva qaylnivîsara krêdîtêye ewline, ya ku li ser bingeha encama hatîye danînê.







