Psîxolojîka ku kuştina Kênnêdî û êrîşên têrorîstî yên Nyû Yorkê, ji bo sala 2025 a pêşbînîyek kirîye

Psîxolojîka amêrîkî ku pêşbînîya êrîşên 11 ê îlonê û kuştina Con Kênnêdî kiribû, derbarê sala 2025 a de hişyarîyek tirsnak kirîye, Daily Mail ê nivîsîye.
Cîn Dîkson bû yek ji psîxologên herî navdar yên Dewletên Yekbûyî piştî ku hin pêşbînîyên wê bi rastî rast derketin. Ew bi kehanetên xwe yên li ser bûyerên girîng yên sîyasî navdar bûye.
Di bîranîna xwe ya sala 1971- a de, Dîksonê di demek nêzîk de êrîşeke têrorîstî li ser asîmanek Nyû Yorkê dîyar kirîye.
Pêşbînîyên wî di pêşerojê de dirêj bûn, ku hin ji wan balê dikişînin ser bûyerên sala 2025 a.
Di pirtûka xwe ya sala 1969 de “Jîyan û Pêxemberên Min”, Jan pêşbînî kir ku di navbera sala 2025 a û sala 2037 de di navbera Çînistanê û Rûsîyayê de şerê derkeve.
Ewê nivîsîye: “Sala 2025 a de, Çînistana Sor wê aramîya aborî û sîyasî bi dest bixe ku têra pêşdaçûyînê bike û bibe dagirkereke mezin. Îsal wê Çînistana Sor bikeve Rûsîyayê, piranîya deverên bakûrê Yekîtîya Sovyêtê bigire û wê nesekine, heta ku nekeve Fînlandîyayê, Norwêcê, Swêdê û Danyayê, li ser sînorê bi Almanya re raweste”.
Çînistan wê êrîşî Avropaya Rojavayê neke, lê heta wê demê, Rûsîya jî wê qada bandora xwe ya yekser berfireh bike. Ew ê îdî tenê bi welatên Avropa Rojhilaê re sînordar nebe, wê îdî Lîbîya, Yêvtopya, Îran û piranîya Afrîkayê jî bigre nav xwe. Ev şer wê ji sala 2025 a heta 2037 a bidome”.
Jan carekê rast kuştina Con Kênnêdî pêşbînî kirîye.
Sala 1956 de, ewê nivîsîye ku Dêmokratê ku wê di hilbijartinên serokatîyê yên salên 1960 de bi ser bikeve, wê “kuştin yan jî di wezîfeyê de bimire”. Serok Kênêdî di hilbijartinên salên 1960 de wek Dêmokrat bi ser ket û 22 ê mijdar sala 1963 de hate kuştin.
Hêjayî gotinê ye, Dîkson her wiha pêşbînî kiribû ku Rîçard Nîkson sala 1968 de bibe serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, lê heyama xwe temam neke.
Ewê behsa dîtineke ku sala 1972 a de li ser êrîşeke têrorîstî hebû ku wê havînê pêk bê. Piştî demeke kin, Komkujîya Myûnxênê, êrîşek têrorîstî, di dema olîmpîyadên havînê yên sala 1972 a li, Almanyay qewimî.
Li cihekî din, Dîkson pêşbînî kir ku karesatek deryayî ya mezin wê di sala 1989 de, sala rijandina nefta Exxon Valdez, rû bide. Keştîya neftê ya Exxon Valdez li berava Alyaskaya Prince William Sound noqî avê bû û bi texmînî 11 mîlyon gallon nefta xav rijand.







