SerekeSîyasî

Alîkarê wezîrê karên der konsêpta “Xaçerêya aşîtîyê”  raberî komîsyona herêma Asya-pasîfîkê ya Neteweyên Yekbûyî  kirîye

21 ê nîsanê, di çarçoveya 81emîn rûniştina komîsyona aborî û civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Asya û pasîfîkê, ku li Bangkokê pêk tê, cîgirê wezîrê karên der  yê Ermenîstanê Robêrt Abisoxomonyan beşdarî gengeşeya giştî ya bi sernavê “Pirsgirêkên sîyaseta niha û nû ji bo geşepêdana berfereh û berdewam li  Asyaya Pasîfîk” bûye û gotarek  raber kirîye.

Alîkarê wezîrê karên der Robêrt Abîsoxomonyan di axaftina xwe de diyar kir ku ev civîn derfeteke baş e ji bo pevguhertina nêrînan li ser pêşketinên di warê cîbicîkirina armancên pêşketina berdewam de, kêşeyên heyî û gavên pêşerojê.

Alîkarê wezîrê karên der bal kişand ser hevkariya di navbera Ermenîstan û UNESCAP ê da di warên pêşvebirina aborîya kesk, parastina jîngehê, geşepêdana sermayeya însanî û her wiha pêwendiyê da.

Alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê bal kişand ser giringiya piştevaniya navneteweyî ya ji bo kêmkirina xisarbûna welatan li hember guherîna avhewayê û pêdagirî li ser pêwîstiya avakirina jêrxana berxwedêr û pêkanîna pergalên hişyarî û amadekariyê kir. Di vê çarçoveyê de Robêrt Abîsoxomonyan ziyanên mirovî û ziyanên madî yên ji ber lehiyên wêranker yên sala par li herêmên bakurê Ermenîstanê rû dabû, pêşkêş kir.

Alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê bi taybetî girîngî da lidarxistina konfêransa COP17 ya cewherî ya sala 2026 a li Yêrêvanê ku wek platformek girîng ya hevkariyê di mijarên cihêrengiya jîngehê û guherîna avhewa de ye. Hate balkişandin ku Ermenîstan wek welatê mêhvandarê konfêransê, ji bo tevlêbûna civaka sîvîl, rêxistinên navneteweyî û hemû alîyên din yên eleqedar, nêzîkatîyeke berfireh pejirand.

Alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê amaje bi rojeva aşîtîyê ya ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye pejirandin, konsêpta “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê  raberî beşdaran kir û bal kişand ser potênsîyala wê ya girîng ji bo dabînkirina peywendiyên aborî û avakirina aşîtîyê hem li Kafkasya Başûr û hem jî li derveyî wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button