
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera qirkirina Ermeniyanye 110 emîn, him li Ermenîstanê û hem jî li gelek bajarên cîhanê wê çend pêşangeh bên lidarxistin.
Seroka fonda “Mûzey-înstîtuta qirkirina Ermenîya” Êdîta Gzoyanê li navenda çapemeniyê ya “Armenpress” ê de diyar kirîye ku 23 ê nîsanê seheta 15:00 a de pêşangeha demkî ya bi navê “Belgekirina sûcê: şehîdên belgesazên qirkirina Ermeniya” bê vekirin.
“Ev pêşangeh wê di çarçove, xweza û kûrahya matêryalên pêşkêşkirî de bêhempa be.” Erka me ew bû ku em pêşangeheke ku ji pêşangehên berê cudatir be pêşkêş bikin. Di çarçoveya pêşangehê de em ê hemû kesên – dîplomat, mîsyonêr, rojnamevan- yên ku di salên qirkirina Ermeniyan de li Împaratoriya Osmanî bûn, binirxînin. Wan bi weşan, name, lêkolînên rojnamegerî û wêneyên xwe ev sûc belge kirin. Êdita Gzoyanê gotîye: “Em ê van hemûyan raber bikin.”
Di pêşangehê de ji bilî dîplomat û rojnamevanên ji zêdetirî du deh welatan, girîngiyek taybet li ser Împeratoriya Osmanî heye. Her wiha behsa darizandinên li Konstantînopolê jî hat kirin. Tê xuyakirin ku rastiya qirkirina Ermeniya li Împêratorîya Osmanî bi pêvajoyên hiqûqî hatiye naskirin.
“Me li ser komîteyên ku di wê demê de hatin avakirin ji bo komkirina hemû wan matêryalan axivî, ku piştre bûn bingeh ji bo wan karên yasayî”. Rêvebira muzêy-înstîtutê gotîye: “Me agahiyên ku di çapemenîya tirkî de hatine dîtin û qirkirina Ermeniya belge kirine jî pêşkêş kirin”.
Bi minasebeta 110 saliya qirkirina Ermeniya, muzêy-enstîtuyê gelek pêşangeh li welatên din vekirine. Bi taybetî pêşangeheke ku ji aliyê muzêy-înstîtuya qirkirina Ermeniya ve hatiye amadekirin, beriya niha li Bûxarêstê hatibû vekirin û di çarçoveya vê pêşangehê de jinên ermenî yên salên qirkirina Ermeniya hatine raberkirin.
Du pêşangehên ku ji aliyê muzêy-enstîtyê ve hatine amadekirin wê 23-24 ê nîsanê li Moskvayê û Sankt Peterbûrgê bên vekirinê. Edita Gzoyanê da zanîn ku di çarçoveya pêşangehê de hem li ser bûyerên giştî hem jî li ser çîrokên malbatên ermenî dê giranî bê dayîn.
Muzêy-înstîtuyta qirkirina Ermeniya bi înstîtuta ermeniyên Zoryan ya li Kanadayê re bi awayekî aktîv hevkariyê dike. Enstîtuta bi hev re pêşangehek bi navê “Jin: ji cudakariyê berbi desthilatdariyê” amade kirin. Êdita Gzoyanê da zanîn ku pêşangeh wê li Kanadayê, Dewletên Yekbûyî û Brazîlyayê bigerin û bên pêşkêşkirin.
Di nava salê de li gelek bajarên Ermenîstanê jî pêşangeh tên plankirin. Di vê demê de, Gumirîyê û Abovyanê têne pejirandin.







