H’emû nûçeSereke
Komîsîyayên dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pevguhartina fikirên derheqa êtapên dîyarkirina sînoraye mayînda berdewam dikin

Ermenîstan û Adirbêcan pevguhartina fikira û pêşnîyara,yên derheqa êtapên xebatên bona dîyarkirina sînorada berdewam dikin.
Çawa bersiva wê pirsa “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê, serokê komîsîya Ermenîstanê û Adirbêcanêye pirsên dîyarkirina sînora, Mihêr Grîgoryan usa gotîye.
-Gelo xebatên dîyarkirina sînora nava kîjan êtapêdanin? Gelo pevketin heye ku hevdîtina mayîn wê kengêbe?
-Derheqa hevdîtina komîsîyayên herdu alîyada hê pevketina konkrêt tune. Alî fikir û pêşnîyara, yên derheqa dîyarkirina sînorada pevdiguhêrin.







