
Seroka muzêy-înstîtyta qirkirina Ermenîya Êdita Gzoyanê di civîneke çapemeniyê de wiha gotîye: “Her sal bi sedan tûrîstên tirk li muzêya qirkirina Ermenîya diqesidin, sala borî der-dora 300 tûrîstên tirk serdana muzêy-înstîtûta qirkirina Ermenîya kirine”.
Bi awayekî xwezayî ermeniyên ji Tirkîyayê jî hene, lê ew 300 turîstên tirk in. Gzoyanê wiha gotîye: “Alimên tirk yên bi nav û deng hene ku bi qirkirina Ermeniyan re mijûl dibin, lê ew li Tirkîyayê ne, ji ber ku li Tirkîyayê ne mimkûn e ku bi eşkereyî bi hirkirina Ermeniyan re mijûl bibin”.
Seroka muzêy-înstîtûta komkujîyê da zanîn ku bi boneya 110 salîya salvegera qirkirina Ermenîya tê plankirin ku navê Rafayêl Lêmkin û Lûî dyû Fournêy li dîwarê bîranînê yê komplêksa Qirkirinê bê zêdekirin.







