
Serok Barzanî hevxemîya xwe ji bo koça dawîyê ya Pap Fransîskos dîyar dike û di derheqa wî de dibêje: “Roleke bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aşîtîyê de hebû”.
Serok Mesûd Barzanî di behînameya xwe de ji bo koça dawîyê ya Papê Vatîkanê Pap Fransîskos ragîhandîye: “Ez ji dil serexweşîyê li xûşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê û Îraqê û seranserî cîhanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim”.
Serok Barzanî di pareke din ya behînameya xwe de gotîye: “Pap Fransîskos mirovekî mezin bû, ku roleke bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aşîtîyê de hebû”.
Peyama serok Barzanî ji bo koça dawîyê ya Papê Vatîkanê:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabinîyeke zêde ve nûçeya koça dawîyê ya qedaseta Papê Vatîkanê Pap Fransîskos gehîşt min. Pap Fransîskos mirovekî mezin bû, ku roleke bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aşîtîyê de hebû.
Ez ji dil serexweşîyê li xûşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê û Îraqê û seranserî cîhanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.
Canê qedaseta Pap Fransîskos şa be û ez ji Xudayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bi hemî alîyan bide.







