Adirbêcan bi nîşandana ermeniyan wek “terorîst” hewl dide ku êrîşkariyê rewa bike:hiqûqzan

Adirbêcan bi nîşandana ermenîyan wek “terorîst” hewl dide ku êrîşkariyê rewa bike. Serokê navenda hiqûqa navnetewî û berawirdî Sîranûş Sahakyanê di gotûbêja xwe ya li ser siyaseta armenofobîya ku ji aliyê serkirdayetiya Adirbêcanê ve tê meşandin gotîye.
Her wiha rapora li ser armenofobîyayê li Adirbêcanê ku bi înîsîyatîva navendê hatîye amadekirin, ji bo nîqaşê hatîye raberkirin. Sahakyanê destnîşan kirîye ku li Adirbêcanê di hemû astan de ermenî wek “ne însan” tên nîşandan û ev yek sûcên li dijî ermenîyan rewa dike.
Rapor li gorî daxuyaniyên rayedarên payebilind yên Adirbêcanê û her wiha matêryalên rojnamegeran ku di heman demê de raya giştî jî çêdike hatiye amadekirin. Ev hemû diyardeyên cudaxwaziyê ne û Ermenîstan di îdiayên xwe yên li dijî Adirbêcanê de binpêkirina peymana rakirina her cure cîyawazîyê tîne ziman. Dîwana êdaletê ya navnetewî beriya niha gelek biryar derbarê tedbîrên demkî de dabûn û gotibûn ku divê Adirbêcan xwe ji polîtîkayên cudaxwaz dûr bixe.
Hiqûqzanê fikra “Adirbêcana Rojava” ê wek yek ji rêgezên propagandaya dijî Ermenîstanê bi nav kirîye û destnîşan kirîye ku veguhertina rêxistinek sîvîl ya li ser mijarên penaberan di nav saziyeke sîyasî de belgeya beşdarbûna dewletê ye. Delîlên îdîayên axê jî daxwaza dayîna “Korîdora Zangêzûrê” ye. Di heman demê de Adirbêcan mîrateya çandî ya Ermenîstanê distîne yan jî bi tenê wêran dike.
«Ewana ermenîyan wek têrorîst nîşan didin û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ev hewldaneke ji bo rewakirina bikaranîna çekan e”. Adirbêcan mafê welatekî sêyemîn, Ermenîstanê, ji bo parastin û azadkirina herêmên ku ji aliyê xwe ve hatine dagirkirin, vedixwîne. Hiqûqzanê polîtîkaya Bekûyê rave kir û wiha gotîye: “Yanî ji ber ku ermenî «têrorîst in”, dibe ku li dijî wan şer bê kirin”.







