H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê û bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pirsên pêwandîyên dualî û herêmî gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn qebûl kirîye. Ji “Armenpress” ê ragîhandine,wekî cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan û bayloza amêrîkî pirsên rojeva pêwandîyn dualî û usa jî mecalên berfirehbûna hevkarîyê gotûbêj kirine.Xeberdan usa jî derheqa bûyarên herêmîda çûye, fikir dora qewînbûn û aşîtîya li herêmê hatine pevguhartinê.Nava wê hemtêsktêda cîgirê serokwezîr mîyaserkirina înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” girîng hesab kirîye.







