
Dêlêgasîya ji 9 kesan ya rêveberîya xweser ya Herêma Kurdistana Îraqê ku ji palamêtvanên parlamêntê, şaredar û endamên rêxistina “Dostîya kurd û ermenîyan” û nûnerên rêxistina kumkujîya kurdan pêk dihat, serdana komplêksa Sîsêrnakabêrdê kirine.
Endamê şandeyê û hevserokê rêxistina dostîya kurd û ermenîya Hêmn Mambraş gotîye:”Her sal em bi dêlêgasîyakê tên ji bo bîranîna qurbanîyên komkujîya Ermenîyan û kulîlkan datînin”.
Ewî di navbera kumkujîya Ermenîya û kumkujîya kurdan de ku salên 1980 yî de li Îraqê di dema desthilatdarîya Sedem Huseyn de pêk hat, hevsengek kişand.
“Em bi hestyarî û helwesta hestîyar ya ermenîyan ya li himberî kumkujîyê qebûl dikin, di heman demê de em bi hinceta beşdarbûna hemwelatîyên xwe di komkujîya Ermenîyan de jî nas dikin. Bi vê pêngavê re em bi rêzdarî ji bav û kalên xwe lêborînê dixwazin”.
Li ser pirsa gelo kurd dikarin di naskirina kumkujîya Ermenîyan de çi rolê bilîzin, Mambraş wiha bersiv daye: “Mebesta we bi fermî ye, ji ber ku bi awayekî nefermî em kumkujîya Ermenîyan nas dikin û her sal em tên û kulîlkan datînin. Em ji bo vê yekê dixebitin, da ku kumkujîya Ermenîyan hem ji alîyê Îraqê û hem jî ji alîyê otonomîya kurdan ya Îraqê da bi fermî bê naskirin. Ji ber vê yekê jî parlamêntarên pêwendîdar li vir in”.
“Em zanin ku parlamêta Ermenîstanê komkujîya êzidîyan nas kirîye, lê em dixwazin parlamênta Ermenîstanê jî li ser komkujîya kurdan bisekine. Em hêvî dikin ku Ermenîstanê bibe dewleta yekemîn ku komkujya kurdan nas bike”.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî yasayên Kurdistana Îraqê, parlêmêntvanekî ermenî di parlêmêntê de heye û ev jî bi qanûnê ye. Ev neynika wê yekê ye ku di parlamênta Ermenîstanê de wek kêmnetewe yek nûnerê kurd heye.







