Êşa komkujîya Ermenîya ya me hemûyaye: civakên asorîya û kurda qedirê bîranîna qurbanîyên komkujîya Ermenîya girtin

Nûnerên netewên kêmjimar yên Ermenîstanê bi boneya 110 salîya salvegera komkujîya Ermenîya li komplêksa Sîsêrnakaberdêye bîranînê rêz girtin.
Nûnerên civaka asorya ya Arznîyê û komîtêya “Kurdistan” serdana bîrdarîyê kirin. Di hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, ewana li ser birînên jênosîdê axivîn û tekezî li ser parastina bîranînê û têkoşîna hevpar ya ji bo edaletê kirin.
Sêkrêtara rêveberîya şaredarîya Arznîyê Nêllî Harytyûnyanê ragîhandîye ku li Arznîyê bi beşdarîya rêveberên komîn, komên dîlanê yên asorîyan, xwendikar û mamosteyên dibistana ser navê Sêrgêy Sarxoşêv meşek hatîye lidarxistin û piştre ber bi Sîsêrnakaberdê bi rê ketine.
« Êşa komkujîya Ermenîya ya me hemûyan ye.Him miletê ermenî û hîm jî miletê asorî zîyan dîtine. Em wek erka xwe dibînin ku her sal beşdarî vê bîranînê bibin. Çiqas sal derbas bibin jî birîn dimîne”,-Harûtyûnyanê gotîye.
Serokê komîtêya “Kurdistan” Slo Drboyan ku li Sîsêrnakaberdê rêz girtibû, destnîşan kir ku organîzatorên komkujîya Ermenîya îro jî bi tenê bi maskeyekê tevdigerin û polîtîkaya parçekirin û îstîsmarkirina gelan didomînin.
«Em organîzatorên ku berê li dijî gelan tevdigeriyan û îro heman gelan li dijî hev dixin, şermezar dikin. Mirovên ku haya wan ji rastiyê tune, xizmeta berjewendiyên kesên din dike. Lê îro bi saya têkoşîna azadiya kurd li Tirkîyayê rewşeke wisa derketiye holê ku perspektîva dêmokrasîyê zêdetir xuya dike.Heger Tirkîya dixwaze dêmokratîk bibe, divê bi dîroka xwe re jî rû bi rû bimîne”,- Drboyan gotîye.







