
Înkarkirina qirkirina Ermenîyan li Tirkîyayê li ser du faktoran pêk tê:yek tirsa tolhildanê, ya duyemîn jî pirsgirêka nasnameyê ye, lê heger tirkîya civakeke dêmokratîk be ev her du jî dikarin bên derbaskirin. Ev yek ji aliyê dîrokzan û pisporê navdar yê tirk Tanêr Akçam ku ji bo pêşkêşkirina wergera ermenî ya pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Esilê dewleta qirkirinê” di bernameya “FAKTORÊ QEWATÊ” bi News.am ê de li Ermenîstanê ye, diyar kir.
“Yek ji sedemên ku tirkîya qirkirina Ermenîyan înkar dike ew e ku ne diyar e encamên naskirina wê çi be. Ji ber ku heger hûn xeletîya xwe ya dîrokî qebûl bikin, divê hûn bi rengekî rast bikin. Piranîya tirkan jî di vê mijarê de guman hene. Bi salan, nemaze piştî kuştina Hrant Dînk, ku xaleke girîng ya zivirînê bû, heger ku li Tirkîyayê xeletiyek mezin hat nas kirin, hat dîtin. Qirkirina ermenîyan, piştî wê çi dibe bila bibe, di vir de tazmînat mijareke pir cidî ye û dewleta tirk jî jê ditirse. Her miletek bi bav û kalên xwe serbilind e û heger em qirkirina Ermenîyan wek rastîyek qebûl bikin, divê em di heman demê de vê yekê jî qebûl bikin ku hejmareke girîng ji bavên me yên damezrîner yan raste-rast beşdarî pêvajoyên qirkirinê bûne yan jî ji wan dewlemend bûne”.
Li gorî zanyar, lê belê, ev zehmetî dikarin werin derbas kirin, wek ku nimûne hene.
“Mînak li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her xwendikarek zanîngehê dizane ku Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê li ser koletiyê ava bûye, damezrînerên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê xwediyê koleyan bûne. Qesira Sipî ji alîyê koleyan ve hatiye avakirin”. Lê ciwan û xwendikarên amêrîkî dikarin xwe ji bavên damezrîner cuda bikin. Dibe ku ew bi bavên xwe yên damezrîner serbilind bin, yên ku ji bo welatek serbixwe li dijî kolonyalîstên brîtanî şer kirin, lê di heman demê de ew amade ne ku li ser jênosîda xwecihên amêrîkî û rastiya ku ew xwediyên kole bûn jî biaxivin. Ew her du hev dikin. Û ev gengaz e. Çima? Ji ber ku di civakê de feraseteke dêmokratîk heye. Tişta ku li Tirkîyayê kêm e ev e. Têkiliya raste-rast ya dêmokrasiyê û axaftina li ser neheqiya dîrokî ev e. Ez wisa difikirim ku ev xaleke girîng e ku dîyasporaya ermenî û belkî jî mirovên li vira li Ermenîstanê, têra xwe baş fam nakin. Ev girêdana di navbera dêmokratîkbûna welat û naskirina neheqiya dîrokî de ye. Li welatekî demokratîk bijî jî hûn dikarin neheqiya dîrokî înkar bikin. Mînak li Amêrîkayê jênosîda xwecihiyên Amêrîkayê bi zelalî nehatiye naskirin. Ew hîn jî pirsgirêkek e. Ji ber vê yekê heger Tirkîya welatekî dêmokratîk bûya, ji xweber nayê wateya naskirina jênosîdê. Tanêr Akçam gotîye: “Lê ev jixwe dê bibe bilêtek ji bo naskirinê, bilêtek ji bo nîqaşek gelemperî, vekirî”.







