H’emû nûçeSereke

Li Romayê, min bi Vahagin Xaçatûryanra behsa seredana xwe ya ku wê li Ermenîstanê bibe kir: Kaya Kalas

Li Romayê, min bi serok Vahagin Xaçatûryanra behsa seredana xwe ya ku wê li Ermenîstanê bibe kir. Li ser vê yekê seroka dîplomasîya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê li ser tora civakî ya X ê nivîsîye.

Ewê di nivîsa xweda gotîye: “Min pabendbûna xurt a Yekîtîya Avropa yê ji bo kûrkirina peywendîyan dupat kir û li ser rewşa Kafkasya Başûr, di nav wanda asayîkirina peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û hewlên ji bo pêkanîna aşîtîya li herêmê, fikir pevguhartin”,-ewê nivîsîye.

Em bîr bînin ku Vahagin Xaçatûryan û Kaya Kalas jî di nav rêberên cîhanêda  beşdarî merasîma definkirina Papê Romayê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button