
Region Monitor hevpeyvîneke taybet bi Saadollah Zareî, profêsorê îranî, vekolerê karûbarên navdewletî û şêwirmendê karmendê rêberê olî yê Îranê re pêşkêş dike. Di axaftina bi rawêjkar re mijarên girêdayî têkiliyên Ermenistan û Îranê û geşedanên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.
“Armenpress” li jêr vê hevpeyvînê raber dike:
– Birêz Zarêî, hûnê peywendîyên Îran û Ermenistanê di qonaxa niha de çawa binirxînin? Hêvîya bilindkirina pêwendiyan bo asteke stratêjîk û belgekirina wê heye?
– Gelek gelên herêma me gotinek heye: Di farisî de em dibêjin: rabirdû ronahiya paşerojê ye. Bi gotineke din, li paşerojê binêrin da ku pêşerojê bibînin. Ji salên ku piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê Komara Ermenîstanê ava bû, têkiliyên me bi Ermenîstanê re aram in. Ew têkilî qet qut nebûn. Hem ji aliyê Tehran û hem jî ji aliyê Yêrêvanê ve her tim girîngiya van peywendiyan hatiye gotin û pêşketina wan her tim hatiye axaftin. Her çend geşepêdana peywendîyên Îran û Ermenistanê ji bo Komara Îslamî bê nirx nebûye, lê bi berçavgirtina helwesta hestîyar ya Komara Adirbêcanê û gelê şîya yê Adirbêcanê. Bi gotineke din me berdêla vê yekê da. Têkiliyên me yên bi Ermenîstanê re li Adirbêcanê li hember Îranê bû sedema bertekeke neyînî, lê me ew têkiliyên xwe domandin û berdewam kirin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku asoya geşepêdana van têkiliyan vekirî ye. Lê dijberên wan jî hene, di serî de welatên rojavayî ku naxwazin pêwendiyên Îranê bi welatên herêmê re pêş bikevin. Îro em dizanin ku zextê li Ermenîstanê dikin, em hêvîdar in ku hukumeta Ermenîstanê li himber vê zextê li ber xwe bide, ji ber ku ev zext li dijî berjewendiyên netewî yên Ermenîstanê jî derdikeve. Têkiliyên Ermenîstanê li vê herêmê çiqas berfirehtir bibin, wê ewqas derfetên pêşketinê hebin. Hevdem, lawazbûn jî dê kêm bibe, lê welatên rojavayî bi çêkirina nakokiyan di navçê de, hewl didin rêgiriyê li pêşdabirina peywendiyên di navbera welatan de, bi taybetî peywendiyên Îranê bi welatên navçê re bikin.
– Wek hûn jî dizanin, metina peymana aşîtîyê di navbera Ermenistan û Adirbêcanê de amade ye, lê Adirbêcan îmzekirina wê belgeyê red dike. Nêrînên pispor hene ku dibe ku bi hevkariya Amêrîkayê, Îsrayêlê û Adirbêcanê li dijî Îranê opêrasyonên leşkerî bên destpêkirin. Û nêrînek heye ku Adirbêcan ji ber van hemûyan ji îmzekirina peymanê dûr dikeve, ji ber ku di dema şerekî muhtemel li dijî Îranê de, dikare herêmên Ermenîstanê dagir bike û mînaka vê yekê jî vekirina “Korîdora Zanêzûrê” be. Hûn îhtîmala senaryoyek wiha çawa dinirxînin?
– Di van 10 salên derbasbûyî de, em bûne şahidê ramanek pêkenok. Hinekan jî digotin ku li Kafkasyayê bêyî Îranê, yanî bêyî beşdarbûna Îranê, mimkûn e ku têkiliyên xwe ava bikin. Lê di rastiyê de, bi salan e, tu alyek bêyî Îranê nekariye peywendiyên dirust pêk bîne. Îranê mudaxeleyî şerê Adirbêcanê û Ermenîstanê nekir. Em berovajî hin welatên herêmê ne alîgirê şer bûn, lê nikarîbûn helwesta Îranê paşguh bikin. Bi gotineke din tu fikarên me li ser parastina helwesta xwe nînin. Her çend destwerdanên derve dikarin pirsgirêkan derxînin jî, ji ber ku em li hember vê herêmê hestiyar in, nikarin rewşê bi awayekî berçav biguherînin. Ev der herêmek e ku berê beşek ji erdnîgariya kevnar ya Îranê bû. Çanda vê herêmê bi çanda me ve girêdayî ye, ewlekarî bi ewlekariya me re, aborî bi aboriya me ve, rêyên derbasbûnê bi berjewendiyên me ve girêdayî ye. Ev navçe di heman demê de di navbera Îran û Rûsyayê û Îran û Avropayê de jî girêka girêdanê ye. Ji ber vê yekê divê ev têkilî bên parastin û em di wê baweriyê de ne ku dê bên parastin. Adirbêcan bi dîtina min dizane ku ne Amerîka ne jî Îsrayêl cîranên wê ne. Yekane cînarên wê yê mezin Komara Îslamî ya Îranê ye. Ev ne tiştekî ku were guhertin e. Ev rastî ye. Ji ber vê yekê em wan gotegotên ku dibêjin Îsraîl an jî Dewletên Yekbûyî dixwazin li vir tiştekî wiha bikin, zêde cidî nagirin. Di dawiyê de, çarenûsa herêmê bi pêvajoyên herêmî bi xwe diyar dibe, ne bi polîtîkayên ku li aliyê din yê okêana Atlantîk têne diyarkirin. Mînaka vê jî têkçûna “peymana sedsalê” yan jî nekarîna Peymana Îbrahîm ya ku rastiyên herêmê biguherîne ye. Rastî berxwedan diguhere, ne planên ku li ser kaxezê hatine nivîsandin. Ev herêm ne aîdê Amêrîkayê û ne jî yê Îsrayêlê ye. Ev yek ji bo me gelên herêmê erdnîgariyeke hevpar e û li ser esasê têkiliyên me yên nêzîk dibe ku li vir sîstemeke ewlekarî, siyasî û aborî ava bibe.
– Têkiliya Îranê bi însiyatîva Ermenîstanê ya “Xaçerêya aşîtîyê” re çawa ye? Îran perspêktîfên înîsiyatîfa ku Ermenîstan dibîne û ji bo dewletên herêmê pêşkêş dike, parve dike?
– Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Xamênêyî di axaftina xwe ya sersala nû de dema ku behsa mijarên aborî kir, “Korîdora Bakur-Başûr” mînak nîşan da. Ev jî nîşan dide ku arastekirina hizra aborî ya Îranê ber bi herêmê ve, li ser bingeha fikira korîdora hevpar ya di navbera van welatan de ye. Pêşniyara birêz Paşînyan di vê çarçoveyê de dikare were nirxandin û li gorî me ev yek dikare gelek hewcedarî û aloziyên ku di navbera her du welatan de derdikevin çareser bike. Yanî hemû daxwazên Adirbêcanê, hemû daxwazên Ermenîstanê, daxwazên Gurcistanê, yên me, yên Rûsyayê, heta Tirkîyayê û Avropayê jî di çarçoveya vê korîdora mezin de bêyî ku bibe sedema tengezariyê bên çareserkirin. Bi dîtina min pêşniyara birêz Paşînyan tam hêjayî lêkolînê ye.
– Danûstandinên Îran-Amerîka di kîjan alî de û çawa dikarin bimeşin û di encama wan de wê lihevkirineke dîplomatîk pêk were, yan jî îhtîmala rûbirûbûna leşkerî nayê redkirin?
-Amerîka û Trump bi xwe di nameyekê de ku ji Îranê re şandin de tekez kirin ku piştî demeke dirêj ya rageşiyê dema axaftinê hatiye.Ewî da zanîn ku diyalog dikare sûd werbigire û rêyek nû veke. Lê belê, gumanên min hene ku birêz Tramp di vê yekê de dilpak e. Me di Tramp de dilpakî nedîtiye: rojekê tiştek dibêje, roja din berevajî dike. Mînak, li gel wê nameya dostane, di heman demê de ceza li ser pargîdaniyên nû ferz kir. Ev behsa nebûna dilpakiyê dike. Lê tiştek girîng di nameya Tramp de hebû ewî li xwe mikur hat ku ev nakokî nikare pirsgirêka Amêrîkayê bi Îranê re çareser bike û Amerîka nikare pirsgirêkên xwe bi rêyên leşkerî çareser bike. Di dawiyê de divê diyalog hebe. Lê li gor Tramp divê ev diyalog tenê xizmeta berjewendiyên Amêrîkayê bike. Di vê navberê de li gorî me divê diyalog li ser esasê berjewendiyên her du welatan û heta çarçoveyeke berfireh ya navneteweyî be. Divê her du dewlet li ser bingeha hiqûqa navneteweyî rûnin û li ser mijarên xwe nîqaş bikin. Bi dîtina me, ev yek bi tevahî mimkun e, ji ber ku rêgezên zelal hene: qanûnên navneteweyî, rêzgirtina ji serxwebûnê, mafê ênêrjîya atomî, mafê hebûna artêşek bihêz, û mafê bazirganiya azad a herêmî. Dewletên Yekbûyî dibêje, van hemûyan ji bîr bikin û fermana nû ya ku pêşniyar dike qebûl bikin. Lê ev yek ne pêkan e ji ber ku rêgezên navneteweyî binpê dike û zirarê dide her kesî. Heger li cihekî qayde bên şikandin, mimkûn e ku li cihên din jî bên şikandin. Ji ber vê yekê heger pirs ew be ku gelo di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pirsgirêkên di navbera Amerîkayê û Îranê de mimkun e çareser bibin, bersiv erê ye. Lê heger pirs ew be ku gelo Îran ji bo peywendiyên aştiyane yên bi Amerîkayê re dev ji mafên xwe berde yan na, bersiv na. Ev 46 sal in ev yek çênebû û alozî her tim hebû, lê ji alîyê Amêrîkayê ve ye. Îranê tu carî dest bi vê aloziyê nekir, me gef li Amerîkayê nexwar û ger me bersiva lêdanê da, ev bersiv bû û ne destpêşxeriyek bû.
– Birêz Zarêî, helwesta Îranê li himber zêdebûna bandora aktorên derve li Başûrê Kafkasyayê bi taybetî Tirkiye û Rûsyayê çawa ye?
– Hûn dibînin, em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye yek ji welatên herêmê ye, berjewendî, têkilî û mafên wê hene. Ev tê qebûlkirin. Ji bo ku Tirkiye li Kafkasyayê xwedî roleke aktîf be, çawa ku Rûsya jî xwedî roleke wiha ye, destûr heye. Heman tişt dikare ji bo welatên din jî derbas bibe, di nav de Îran, Ermenîstan, Adirbêcan û Gurcistanê. Lê niha Tirkîya û birêz Erdogan bi xwe nakokîyên li Başûrê Kafkasyayê zêde dikin. Ev ne mantiqî ye. Ev ne li ser berjewendî û ewlehiya neteweyî ya Tirkîyê ye, lê li ser îdeolojiya kaotîk e ku li Kafkasyayê belav dibe. Û ew îdêolojî di dawiyê de zirarê dide Tirkîyayê bi xwe, ji ber ku di şert û mercên nakokî de Tirkîya nikare sîyaseta xwe bi pêş bixe. Ev jî ji bo welatên mayî yên herêmê windahiyek e. Ev ne tiştek e ku meriv paşguh bike.
– Îran rewşa niha ya peywendiyên xwe bi Adirbêcanê re bi taybetî piştî aloziyên vê dawiyê çawa dinirxîne?
– Hûn dibînin, em wek Komara Îslamî ya Îranê bi gel, xak, ewlekarî û berjewendiyên Adirbêcanê re peywendiyên gelek xwezayî, nêzîk û dîrokî hene. Îranê her tim erkên xwe yên dostane li hember Adirbêcanê bi cih aniye. Hûn dizanin ku ev herêm ne demek berê ji Îranê hat veqetandin. Kêmtir ji du sedsalan berê. Di van 35 salên derbazbûyî de, her ku dewlet derketin û pêş ketin, carinan bi hêz bûn, carinan lawaz bûn, Îranê tu carî li hember Adirbêcanê, Ermenîstanê û Gurcistanê, li ser gundek û çemekî jî tu îdia nekir. Û hûn dizanin Tirkîya çi dike: ew herêmên Sûrîyê digre, Başîqa li Iraqê girtiye û hewl dide pêgehên xwe berfireh bike, lê Îranê tu carî ne tenê li ser vê xakê, lê heta Behrêynê jî ku 50 sal berê ji Îranê veqetiyabû, tu daxwazek nekiriye. Yanî helwesta me zelal e. Em ne aramî û ne jî firehkirina axê ne, em alîgirê hevkarî û biratiyê ne. Hin kes jî hene ku naxwazin wê biratiyê bibînin ji ber ku ew rêgir e li ber ketina biyaniyan. Em di wê baweriyê de ne ku tevgerên li dijî Îranê yên li Kafkasîyayê xwedî çavkaniyên biyanî – Amerîkî, Îsrayêlî û yên din in. Li hemberî Adirbêcanê tu îdiayên me yên erdî, sînor û ti îdiayên din tune. Îcar çima divê li vir bêîstîqrarî hebe? Ne di berjewendiya me de ye. Lê kesên ku rastiyê mezin dikin, bi şiroveyên ne rast, wek mînak ji raya giştî ya Adirbêcanê re radigihînin hene. Lê belê ev polîtîka wê encam nede. Rastîyên erdnîgariya herêmê naguhere: cînartîya di navbera Îranê û Adirbêcanê, Ermenistanê û Adirbêcanê de nayê guhertin. Destwerdanên derve tenê dikare bibe sedema guheztinên demkî, lê nikare sîstemek herêmî ya tevahî ferz bike.







