SerekeSîyasî

Yekane parlamêntarê xiristîyan yê li parlamêntoya Tirkîyayê  qedirê bîranîna qurbanîyên  Ermenîyan girtîye

Yekane parlamêntarê xiristîyan yê meclisa mezin ya Tirkîyayê yê Mêrdînê Corc Aslan (bi esilê xweda asorî) ji Partîya “Wekhevîya Gelan û Dêmokrasîyê” ya alîgirê kurda, ji bo bîranîna  qirkirina Ermenîyan girtîye. Di meclîsê de ji bo salvegera komkujîya Ermenîyanye 110 emîn gotarek  raber kirîye  gotîye ku “ermenîya, asorîya û hemû gelên din yên ku di wan bûyeran de jîyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tîne”.

Aslan daye  kifşê ku “pirsa wî ji hemû komên partîyên sîyasî yên li meclîsê heye”.

“Birêz serok, wekîlên hêja. Îro 110 salîya bûyerên 24 ê nîsana sala 1915 a ne ku şopeke tarî li dîroka Tirkîyayê da hiştine. Ez ermenîya, asorîya û hemû gelên din yên ku di van bûyeran de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim.Sala 1915 a de binelîyên Tirkîyayê 13 mîlyon bûn, ji wana 3 mîlyon xiristîyan bûn. Îro binelîyên Tirkîyayê 86 mîlyon e, hejmara xiristîyanan jî 50 hezar e. Niha pirseke min ji hemû partîyên sîyasî yên parlamêntoyê re heye: çima binelîyên Tirkîyayê îro 86 mîlyon e, hejmara xiristîyanan jî 50 hezar e? Dêmokrasî dikare bê Tirkîyayê, bi bersiva we ya vê pirsê  wek din dêmokrasî wê neyê vî welatî”,- Aslan gotîye.

Parlamêntarê Konyayê yê ji partîya dad û geşepêdanê û fûtbolîstê berê yê Trabzonsporê Ûnal Karaman wiha bersiv daye: “Ji dîrokzanan, ji dîrokzanan bipirsin”.

Çavkanîyên Tirkîyayê radigihînin ku mîkrofona Aslan hatîye qutkirin.

Em bi bîr bînin ku komîtêya rêveber ya navendî ya Parîiya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan ya Tirkîyayê (DEM) ji 110 salîya salvegera qirkirina Ermenîyan daxuyanîyeke nivîskî weşandibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button