British Muslim Magazine: Ermenîstan “ji bo rêwîyên misilman yên zane wargehek ezmûnan pêşkêş dike”

Kovara British Muslim Magazine ê gotarek ji Ermenîstanê re veqetand, û dîyar kir ku welat “bihuştek serpêhatîyan pêşkêş dike ku bi taybetî ji bo gerokên misilman yên berbiçav hatine çêkirin”.
Nivîskar dinivîse: “Her ku bihar jîyaneke nû dide cîhana xwezayî, Ermenîstan ji bo rêwîyên misilman yên ku li serpêhatî, çand, bedewî û aşîtîya gîyanî digerin, dibe cîhek îlhamê. Di navbera Asyayê û Avropayê de ye, ev welatê efsûnî ji bo kesên ku li tiştekî neasayî digerin – rêwîtîyeke tijî bi keşf, raman û girêdana bi xwezayê re stêrkek geş e”.
“Pêyzaja dramatîk ya Ermenîstanê ji bo ruhê maceraperest hatîye çêkirin. Çi hûn di nav mêrgên kulîlk yên rêzeçîyayên Gêxamayê de bimeşin, bi paraglideyê li ser newalên gewir bigerin,yan jî bi jêpekê re li erazîyên hişk bimeşin, hûn ê qet ji adrenalînê nemînin.
Yek ji seyrangehên herî berbiçav meşîna sehneyî ye ku berbi keşîşxaneya Haxarsîn ya di navnîşa mîrateya cîhanê ya UNESCO ê de ye, ku di nav daristanên mîstîk yên parêzgeha Tavûşê de veşartî ye. Ji vir, evîndarên serpêhatîyê dikarin berê xwe bidin serê Çîyayê Dîmasê da ku heyrana dîmenên panoramîk yên ku wê hestek kûr ya ecêb û heyranîyê derxe holê.
Piştî rojek li xwezayê derbaz dibe, Dîlîcan vegereke aram pêşkêşî dike. Dilîcan bi kanîyên xwe yên sirûştî, qapaxa kesk, û mîmarîya darayî ya kevneşopî tê zanîn, Dîlîcan xwedan atmosfereke dermankirinê ye ku ji bo rihetîya gîyanî û laşî îdêal e. Parka neteweyî ya Dîlîcanê ji bo meşên ramanî yên di nav daristanên kevinar û vedîtina jîngeha cûre-cûre ya Ermenîstanê de bêtir fersend pêşkêş dike.
Temên helal û kevneşopîyên aspêjxanê
Pêjgeha ermenî ji hêla xwarinên saxlem û dem-cêribandinî ve dewlemend e. Rêwî dikarin xwarinên zebzeyan yên xurek yên mîna dolmayê, ku bi birinc û gîyayên ku di pelçên tirîya yan kelemê de hatine pêçan, û lavashê teze pijandî, nanê ku ji hêla UNESCO ê ve hatîye nas kirin ku pir caran bi penîrên herêmî û sebzeyên demsalî re tê berhev kirin, bixwun.
Xwarineke ermenî bêyî gata, çêlekek şêrîn ya hizkirî ku bi çaya çîyayî ya gîyayî re bêkêmasî çê dibe temam nabe. Heger hûn li qehwexaneyeke Yêrêvanê ya bêdeng şîvê bixwin yan jî li maleke gundîya, mêvanperwerîya germ û bi hurmet di kevneşopîya welat ya rêzgirtina mêvanan de kûr e.
Çand, mîras û domdar
Wek rawestgeha sereke ya li ser rêya hevirmiş ya kevinar, Ermenîstan welatek e ku xwedî dîrokek bi hezaran salan e. Keşîşxaneyên kevinar, bazarên hunerî yên zindî, û niştecîhên mêvanperwer ezmûnek balkêş pêşkêşî rêwîyên xwedan berjewendîyên çandî dikin. Welat di pêşvebirina tûrîzma domdar de jî gavên wêrek avêtîye, piştrast dike ku bedewîya xwe ya xwezayî û mîrata çandî ji bo nifşên pêşerojê têne parastin.
Pabendbûna Ermenîstanê ya ji tûrîzma berpirsîyar re di adara îsal de li ser asta cîhanî hate nas kirin dema ku ew ji hêla komeleya nivîskarên rêwîtîya pasîfîkê (PATWA) ve di konfêransa Bêrlîn 2025 de wek cîhê tûrîzma serpêhatî ya salê hate nas kirin.
Demsala destpêkên nû
Bihar bi rastî demek efsûnî ye ku meriv li Ermenîstanê keşif bike. Hewa ji bo çalakîyên li derve pir xweş e, û welat bi jîyaneke nû şîn dibe. Heger hûn dixwazin bi xwezayê re ji nû ve werin girêdan, nîşanên gîyanî kifş bikin, yan jî dest bi serpêhatîyek jîyanek bi tendurist bikin, Ermenîstan penagehek ezmûnan pêşkêşî dike ku bi taybetî ji bo rêwîyên misilman yên hişmend hatîye çêkirin.







