
Serokkomarê Îranê bi hêvî ye ku nakokîyên navbera Yêrêvanê û Bekûyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bên çareserkirin.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, serokkomarê Îranê di hevpeyvîna ligel kompanyaya têlêvîzyonî ya dewleta Adirbêcanê AzTv ê, amaje bi danûstandinên aşîtîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirîye.
Hevpeyvîna serokkomarê Îranê ji alîyê kanala Telegramê ya Caspian Frontiers ve bo zimanê ermenî hatîye welgerandin.
Mesûd Pêzêşkîan dîyar kirîye ku mercê yekem yê her rêkeftinekê ew e ku her alîyek bi sînorên xwe razî be û çavê xwe li ser axa yê din neke.







