SerekeSîyasî

Tirkîya bêyî naskirina qirkirina Ermenîyan nikare pêşerojekê ava bike: serokên “Yekîtîya dijberên qirkirinê”

Nûnerên rêveberîya “Yekîtîya dijberên qirkirinê” ya Frankfûrtê Sêlay Êrtem û Êran Gyûndûz di wê bawerîyê de ne ku heger Tirkîya bi dîroka xwe re rû bi rû nemîne, qirkirina Ermenîyan nas neke û berdêla vê yekê nede, wê ne weke dewlet di pêşerojê de pêş bikeve û ne jî bikaribe pêşerojeke dêmokratîk ava bike.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Sêlay Êrtem ê bi neteweya tirk û Êran Gyûndûzê kurd di civîneke çapemenîyê ya bi sernavê “Tirkîya ancax bi jênosîdê nas bike û berdêl bide dikare paşeroja xwe hebe” nêrînên xwe anîn ziman.

Di destpêka civîna çapemenîyê de profêsorê beşa dîroka ermenîyan ya zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê, doktorê zanistên dîrokî û jênosîdnas Aşot Hayrûnî dîyar kirîye ku “Yekîtîya dijberên Qirkirinê” ku li Frankfûrtê dixebite xebatên gelekî cidî û girîng dimeşîne. Yekîtî ji damezrandina sala 1998 a û vir ve, naskirin û telafîkirina qirkirina Ermenîyan ji alîyê rêveberîya dewleta tirk ve wek yek ji erkên xwe yên sereke dihesibîne. Heyrûnî gotîye: “Yekîtî van hemûyan  bi fêdakarîyeke mezin dike”.

Nûnerê rêveberîya sendîkayê Êran Gyûndûz, dîyar kir ku ew ji sala 2000 a û vir ve endamê şendîkayê ye û cara çaremîn e li Ermenîstanê ye.

“Vê carê ez bi hestên girantir hatim Ermenîstanê, ev jî ji ber bûyerên ku di encama kiryarên Adirbêcanê û Tirkîyayê de bi gelê Qerebaxê re qewimîn e”. Gyûndûz, anî ziman ku gelê ermenî û kurd ji ber ku her tim rastî zextên Tirkîyayê tên ku heta roja îro jî dewam dike, ji ber ku gelê ermenî û kurd ji alîyê din ve wek hev in û wiha gotîye: “Ez elewî kurd im, koçberî Almanîyayê bûm, lê wek erka xwe dibînim ku qirkirina Ermenîyan bê naskirin û şermezarkirin”.

Û ewî anî ziman ku wek endamekî “Yekîtîya dijberên qirkirinê” ya Frankfûrtê, ew vê tundîya berdewam ya Tirkîyayê dibîne û gelek caran ji xwe dipirse ev tundiya Tirkîyayê ji ku tê. “Di encama lêkolînên cuda de em digihêjin wê encamê ku çavkanîya vê tundîyê înkarkirina qirkirina ermenîyan û neteweyên din e, rû bi rûbûna wan qirkirinan e”.

Li gorî Êran Gyûndûz, armanca rêxistinê ew e ku civaka Tirkîyayê agahdar bike û bi vî awayî tevkarîyê li tunekirina înkarê bike.

Gyûndûz anî ziman ku heger Tirkîyayê bi dîroka xwe re rû bi rû nemîne, wê ne pêşketin û ne jî pêşerojeke wê hebe.

Nûnerê rêveberîya “Yekîtîya dijberên qirkirina ermenîyan” Selay Êrtêm tekez kir ku ji damezrandina rêxistinê heta niha erka wan ya herî girîng ew e ku bi gelê ermenî re her sal di merasîmên 24 ê nîsanê Roja bîranîna qirkirina ermenîyan de beşdar bibin.

“Qirkirina Ermenîyan beşa herî girîng ya dîroka Tirkîyayê ye, heger em rû bi rû nemînin û nebînin ka bi rastî çi bûye, wê demê Tirkîya nikare bi pêş ve biçe.

Gûkas Papyan ê ermenî yê Hemşenî ku salan berê ji Tirkîyayê derketibû jî beşdarî civîna çapemenîyê bû. Ewî da zanîn ku ew pir dereng bû ku ew nasnameya xwe kifş bike û fêm kir ku ew bi esilê xwe ermenî ye. Ewî gotîye ku ew 10 salan li Tirkîyayê di zindanê de maye û ji ber ku ew bi neteweya xwe ermenî ye jî. Gûkas Papyan dîyar kirîye ku piştî ji girtîgehê derket, karîye ji Tirkîyayê derkeve û li Swîsreyê bi cîh bibe.

Papyan gotîye: “Di nav ermenîyên Hemşênîyê de dualîzma civakî heye”.

Di civîna çapemenîyê de Selay Êrtêm û Êran Gyûndûz li ser pirsa ku çi dikare Tirkîyayê neçar bike ku qirkirina Ermenîyan nas bike û gelo civaka Tirkîyayê ji bo naskirina qirkirina Ermenîyan amade ye yan na, tekez kirin: “Civaka Tirkîyayê ji bo naskirinê amade ye, lê ji bo vê yekê pêwîst e ku haya wan ji wan re were dayîn, ji ber ku piranîya gelên Tirkîyayê bi tenê ji bûyerên dîrokî ne agahdar in”. “Ji bo naskirina dewleta tirk, divê hiqûqa navneteweyî li vir bikeve merîyetê da ku Enqere û desthilatdarîya heyî neçar bike ku bi rastîyê re rû bi rû bimîne û qirkirinê nas bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button