H’emû nûçeSereke
Bi çavdêrîya Mesrûr Barzanî, yekem konfêransa zanistî ya navdewletî ya êzîdîyan tê lidarxistin

Bi çavdêriya serokwezîr Mesrûr Barzanî, yekem konfêransa zanistî ya navdewletî ya taybet li ser pêkhateya êzidî tê lidarxistin.
Bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 29 ê nîsanê yekem konfêransa zanistî ya navdewletî li ser êzîdîyan (ol, çand, dîrok û erdnîgarî) tê lidarxistin.
Konfêrans wê ji alîyê navenda çandî û civakî ya Lalişê û zanîngeha Dihokê ve, li navenda konfêransan ya zanîngeha Dihokê birêve diçe.
Ev yekemîn konfêransa zanistî ya navdewletî ya li ser êzîdîyan e. Bi dehan gotar hatine amadekirin û lêkolînerên ji 11 welatan tê de beşdar dibin.







