H’emû nûçeSereke

Byûroya navendî ya doza Ermenîstanê ya  Fêdêrasyona Şoreşgerên Ermenîstanê, têkildarî mijara girtîyên ermenî bang li rayedarên  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  kirîye

Byûroya navendî ya doza Ermenîstanê ya byûroya Fêdêrasîoyna Şorişgerên Ermenîstanê bang li rayedarên  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê kirine ku piştgiriyê bidin serbestberdana 23 girtîyên ermenî yên li Bekûyê girtî ne û pêşnîyar kirine ku amûrên di destê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê de ji bo nirxandina prosêdûrên qanûnî û îdarî, tomarkirina rastîyan û di çarçoveya pêşnîyar û şêwirên  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  yên Adirbêcanê de bê aktîvkirin.

Çawa ku “Armenpress” ji daxuyanîya ofîsa navendî ya Hay Dat ê ya byûroya erdnîgara fêdêral zanî, di derbarê kêmasîyên sîstema dadwerîyê li Adirbêcanê û helwestên gelek dewlet û rêxistinên navneteweyî yên ji bo piştgirîya girtîyên ermenî de, çendîn agahî jî ji berpirsên payebilind yên Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  re hatîye ragihandin.

Di heman demê de, platforma ku ji alîyê byûroya navendî ya Hay Datê ya byûroya Fêdêrasîyona Şorişgerên Ermenîstanê ve hatîye çêkirin, xebatên xwe didomîne, ku li ser întêrnêtê daxwaznameya ku ji rayedarên Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  yên têkildar re tê îmzekirin, dikare bê îmzekirin.

“Her rojek ji bo başî û jiyana girtiyên me girîng e.” Divê civaka navneteweyî zextê li Adirbêcanê û serokkomar Îlham Elîyêv bike da ku binpêkirinên mezin yên mafên mirovan rawestînin û hemû girtiyên ermenî yên bi qaçaxî serbest berdin.

Hejmara îmzeyan heta niha gihiştîye şeş hezarî, lê pêwîst e ev hejmar bê zêdekirin. Ji ber vê yekê byûroya navendî ya doza Ermenîstanê  daxwaz ji kesên ku heta niha tev li vê daxwaza navborî nebûne, daxwaznameyê îmze bikin û ji bo serbestberdana girtîyên ermenî yên ku li Bekûyê bi awayekî neqanûnî girtî ne, bibin alîkar”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button