Tişta ku di parlêmêntoya Ermenîstanê de qewimî, nîşaneke, ku balkêşîya Yekîtîya Avropayê bilind e: komîsara avropî li ser endametîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê

Tişta ku di parlamêntoya Ermenîstanê de qewimî, nîşaneke eşkere ye ku balkêşîya Yekîtîya Avropayê ji berê zêdetir e. Komîsara berfirehbûnê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kosê di hevpeyvîna xwe ya li gel Radio Free Europe/Radio Liberty de dîyar kirîye û amaje bi gavên Yekîtîya Avropayê yên ji bo têkilîyên nêzîktir yên bi Ermenîstanê re, endametîyê jî di nav de kirîye.
“Du şert hene ku welatek dikare serlêdana endametîya Yekîtîya Avropayê bike, divê dewlet be û divê dewleteke avropî be. Serlêdan ji me re nehatîye, lê em ê paşê bibînin. Lê ev yek ji wan nîşanan e ku em ji gelek welatên din re balkêş in, mînak Îslandîyayê, ku dixwaze vegere danûstandinên endamtîyê”,-Kosê gotîye.
Em bîr bînin ku meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê 26 ê adarê bi xwendina duyemîn û bi tevahî pêşnûmeya qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endambûna Komara Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê” qebûl kirîye. 4 ê nîsanê serokkomar Vahagin Xaçatûryan qanûn îmze kirîye.







