SerekeSîyasî

Avropa bîrên pêtrol û gaza Adirbêcanê dibîne, lê dêmokrasîya Ermenîstanê paşguh dike: Politico li ser serdana Kalasê ya li  Bekûyê

24 ê nîsanê ermenîyên li çar alîyê cîhanê ji bo bîranîna cangorîyên 1,5 ermenîyên ku  sala  1915 a hatin qetilkirin bi bîr tînin. Lê belê, berpirsa sîyaseta der ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê hilbijart ku roja din serdana Adirbêcanê bike, dîyar e ku ne cînarê Ermenîstanê ye, di çarçoveya gera herêmî de. Dema ku dîplomatekî avropî yê payebilind li Bekûyê li ber kamêrayê dikene, dema ku welatîyên ermenî çeleng li bîranîna qurbanîyên Yêrêvanê datînin, çi peyam tê şandin? Çima Kalas di rojeke wisa hesas de piştgirîya Adirbêcanê dike? Ev yek di gotareke Politico de hatîye gotin, ku nivîskarê wê Lord Mark MakÎnês, endamê meclîsa Lordan ya Brîtanyayê û cîgirê serokê koma parlamêntoya hemû partî ya Ermenîstanê ye.

Tê destnîşankirin ku bersiva nerehetî bi polîtîkaya ênêrjîyê ve girêdayî ye.

Parlamêntarên avropî bi lez nerazîbûna xwe li ser serdana Kalasê anîn ziman.

Endamê berê yê Bûndêstagê Mîxayêl Rot nivîsîye: “Hûn serdana rêjîma otorîtar ya Bekûyê dikin û ji dêmokrasîyê li Yêrêvanê dûr dikevin”.

Parlamêntera fransî Îzabêl Santîagoyê gotîye: “Skandal bû ku hat hînbûn ku nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê 25 ê nîsanê çûye Adirbêcanê, lê girtîyên ermenî di girtîgehên Bekûyê de mane”.

Di belavokê de tê destnîşankirin ku ji ber nakokîya tûj ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê ya îroyîn de rewş hîn girantir dibe.

Di van heyşt salên borî de Ermenîstan ronesanseke dêmokratîk derbaz kirîye. Piştî “şoreşa qedîfe” ya sala 2018 a, welat ji bo têkoşîna li dijî gendelîyê û xurtkirina serwêrîya qanûnê rêforman pêk anî. Û tenê meha borî, wê qanûnek ji bo destpêkirina pêvajoya endambûna Yekîtîya Avropayê pejirand, ku daxwaza gel ji bo girêdana paşeroja Ermenîstanê bi Avropayê re nîşan dide.

Hukumeta serokwezîr Nîkol Paşînyan ya ku di encama xwepêşandanan de hat ser kar, li gorî nirxên Avropayê ye. Û Yêrêvan niha mêvandarîya mîsyoneke çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li ser sînorên xwe dike, di heman demê de bi awayekî aktîv hewil dide xwe ji Rûsîyayê dûr bixe û bi Rojavayê re hevkarîyeke kûrtir saz bike. Bi kurtî, Ermenîstan her tiştê ku Yekîtîya Avropayê ji hevkarên xwe yên rojhilatî xwestîye dike.

Berevajî vê, di bin serokatîya Îlham Elîyêv de, Adirbêcan bûye otokrasîyeke tîpîk. Li Bekûyê desthilatdarî di destê malbatekê de ye. Muxalefet tê tepisandin, rojnameger tên girtin, hilbijartin formalîte ye. Sibata sala 2024 a de Elîyêv bi 92 selefê dengan cara pêncemîn bi dest xistibû û çavdêran ev encam wek sextekarî bi nav kiribû. Rêjîma wî jina xwe jî wek cîgira serok destnîşan kirîye.

Di vê navberê de, Beku di qada navneteweyî de bi awayekî bêşerm êrîşkar e.Sala 2020 î de li dijî ermenîyên êtnîkî yên ku li Qerebaxê dijîn, şer dest pê kir û agirbesteke nazik binpê kir. Paşê, hêzên Adirbêcanê dor li herêmê girtin û êrîş kirin, û bû sedema teqîneke bifirokê ku zêdetirî 100,000 sîvîlên ermenî neçar kirin ku ji malên bav û kalên xwe birevin.

Û heta îro jî Adirbêcan bi awayekî neqanûnî girtîyên ermenî û sîvîlan wek rehîn digre.

Li gel van hemûyan, ji dema ku Avropa hewil da ku dev ji gaza Rûsîyayê berde, Adirbêcanê wek hevkarekî xwestî dibîne. Yekîtîya Avropayê sala 2022 a de bi Bekûyê re mêmorandûmeke mezin ya ênêrjîyê îmze kir, bi mebesta ku îtxalata gazê du qat bike. Û li kêleka Elîyêv, seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê bi nav û deng pesinê welat wek dabînkerek “pêbawer” da.

Derdikeve holê ku gava Avropa li Kafkasyayê dinêre bîrên pêtrolê û gaza Adirbêcanê dibîne, lê dêmokrasî û ewlekarîya Ermenîstanê paşguh dike.

Gotinên wî rastîyeke pûç derdixe holê.Usa xuyaye ku rêalpolîtîk prînsîpên xwe xistîye sîya xwe, û Yekîtîya Avropayê dur xuya dike dema ku otorîtarîzma li Avropa Rojhilatê mehkûm dike û li Kafkasya Başûr jî tehemmûl dike. Nivîskarê gotarê tekezî li ser wê yekê dike ku berteka navdewletî li hember êrîşên Adirbêcanê ev demeke dirêj e ku xemsar bûye. Lê belê, ewlehî û nirxên avropî ji hev nayên veqetandin, û hevalbend nikare îstîsnayan bike bêyî ku desthilatdarîya xwe ya exlaqî xera bike. “Piştgirîya Ermenîstanê, dêmokrasîyeke nû ya di bin dorpêçê de ye, ne tenê tevgerek rast e, lê di heman demê de di nav nîzameke navneteweyî ya bi îstîqirar û li ser bingeha rêgezan de xizmeta berjewendîyên xwe yên demdirêj dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button