SerekeSîyasî

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li Rojavayê alîkarî gihandine zêdetir ji 770 hezar kesî

Dezgeha xêrxwazîya Barzanî di konfêranseke taybet de ku bi beşdarîya nûnerên rêxistinên mirovî yên navdewletî û kesayettyên ji Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, behsa kar û alîkariyên xwe yên ji bo Rojavayê Kurdistanê kirine.

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî 30 e nîsanê konfêranseke bi diruşma “Em herdem piştevan in” li Hewlêrê lidar xist. Serokê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed, di gotara xwe de ragihandîye li ser fermana serok Mesûd Barzanî, yekem karwanê alîkariyên mirovî di sala 2013 a de ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye şandin.

Mûsa Ehmed gotîye: “Bi piştgiriya hukumeta Herêma Kurdistanê, me destê alîkarî û hevkarîyê gihandiye her herêmeke Rojavayê Kurdistanê ku pêwîstiya wê bi alîkariyê hebûye û em ê li ser vê yekê berdewam bin”.

Zêdetirî 770 hezar kes mifadar bûn

Li gorî amarên ku di konfêransê de hatin eşkerekirin, dezgeha xêrxwazî ya Barzanî heta niha 23 proje ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk anîne. Bi van projeyan, 127,390 malbat ku bi giştî 770,879 kesan li xwe digirin, sûd wergirtine.

Alîkarî bi giştî wiha ne:

1,560 tonn derman

3,025 tonn xwarin

430 tonn pêdiviyên din

Ev alîkarî bi rêya 391 barhilgiran hatine veguhestin bo Rojavayê Kurdistanê. Nirxê giştî ya van alîkariyan bi qasî 7 milyon  363 hezar 412 dolarên amerîkî tê texmînkirin.

Belavbûna cografî û sêktorên alîkariyê

Alîkariyên dezgeha xêrxwazîya Barzanî li gorî herêman wiha belav bûne:

Hesekê û Qamişlo: 194,588 kes

Efrîn: 209,451 kes

Kobanî: 366,840 kes

Dezgehê di van 12 salên borî de di sêktorên perwerde, pêşxistin, debara jiyanê, stargeh, ewlehîya xwarinê, av û kanalîzasyon û paqijiyê, û parastinê de xizmet pêşkêş kirine. Herwiha, alîkariya diravî û piştgiriya lojîstîkî jî dane kesên ziyan dîtine.

Xizmetên taybet li Efrînê û piştgirîya perwerdeyê

Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi rêya nexweşxaneya xwe ya gerok, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî 235 gundên parêzgeha Efrînê kirine. Herwiha, alîkariya diravî dane 192 kesan û piştgiriya berdewam ya xwendinê pêşkêşî 125 xwendikarên zanîngeha Ezazê kirine. Ji bilî vê, piştgiriya darayî dane 58 mamosteyên zimanê kurdî li wê parêzgehê.

Alîkarî ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê jî, dezgeha xêrxwazîya Barzanî alîkarî gihandine penaberên ji Rojavayê Kurdistanê. Li derveyî kampan 33,969 malbat (169,447 kes) û li nav kampan jî 17,623 malbat (81,260 kes) ji projeyên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî sûd wergirtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button