
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû maf û daxwazên karkeran.
1ê gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyamek belav kirîye û hemû karkerên li cîhanê pîroz kirine.
Li gorî daxuyaniya serokatîya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye:
“Bi helkeftina 1ê gulanê, cejna cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û rêxistinên wan dikim.
Ked û xebat û westîyana wan ya ji bo avakirin û nûjenkirinê û beşdariya wan ya çalak û bingehîn ya pêşxistin û geşbûna welat bilind dinirxînim.
Em dîsa piştgiriya xwe ya ji bo hemû mafên karkeran û daxwazên wan yên rewa li Herêma Kurdistanê dubare dikin.
Her wiha pêwîstiya mîsogerkirina jîngeheke kar ya bi ewile û pêkanîna dadmendîyê di derfetên kar de û rêkxistina têkiliyên navbera karkeran û xwedîyên kar li ser bingehekê tekez dikin ku rûmeta karkeran biparêze û debar û jiyana wan garantî bike.
Her di vê helkeftê de, em bi rêzdarî hemû wan karkeran bi bîr tînin ku di dema kar de jîyana xwe ji dest daye û sîlavan li malbat û kes û karên wan dikin.
Em tekez dikin ku alîyên têkildar divê çavdêriya malbatên wan bikin û çi piştevanî û alîkariya pêwîst e, ji wan re bête kirin.
Hêviya bêhnvedaneke aram û tena ji hemû karkeran re û serkeftina hewl û tekoşîna wan ya ji bo mîsogerkirina mafên wan dixwazim”.







