
Rojnameya Rûsîye “Vêdomostî” li ser zarê jêderên xwe yên ji karmendê Krêmlê radigîhîne, ku ji niha û pê de, mijara têkilîyên bi Ermenîstanê re wê ji alîyê alîkarê yekemîn yê sererkanê serokê Rûsyayê Sêrgêy Kîrîyenko û xebatkarên wî yên koordînasyona bloka sîyasî ya navxweyî ya Rûsyayê ve bê kirin.
Gotara rojnameyê dîyar dike ku bloka sîyaseta navxweyî ya Kremlê pirsgirêkên nû hene.
Hatîye ragîhandin ku 4 rayedar û 2 muxatabên ku bi karmendan re dixebitin, alîkarê yekemîn yê sererkanê serokkomar Sêrgêy Kîrîyênko û kesên bindest li ser mijara Ermenîstanê dest bi xebatê kirine.
Yek ji çavkanîyên “Vêdomostî” ê gotîye:”Rêberîya welat her ku diçe zêdetir ber bi Rojavayê ve diçe, ev yek ji hêla sîyaseta dewleta Rûsyayê ve nayê pejirandin”.
Ew radigîhîne ku niha xebat li ser rojeva agahdarkirina Ermenîstanê didomin. Hilbijartinên parlamêntoyê li Ermenîstanê sala 2026 a de û her ku nêzîk dibin, wê “pirsgirêkên nû derkevin holê”.
Pirsgirêkên Ermenîstanê wê ji alîyê daîreya sîyaseta navxweyî ya serokatîya sererkanîyê (serok Andrêy Yarîn), daîreya çavdêrî û analîzkirina pêvajoyên giştî (Alêksandr Xarîçêv) û daîreya projeyên giştî (Sêrgêy Novîkov) ve bên çareser kirin.
Kîrîyênko wê bê erkdarkirin ku li Ermenîstanê hêza nerm bikar bîne ji bo berjewendîyên Rûsîyayê. Hevpeyvîna rojnameyê gotîye “Ew ê bi heman awayî bixebitin ku di hilbijartinên dawî yên li Abxazîyayê de hatine kirin”.
Tê texmînkirin ku wê di hilbijartinên pêş de jî Nîkol Paşînyan bi ser bikeve. Lê niha mesele ne hilbijartinin, heyîna Rûsyayê li wir e.
Çavkanî destnîşan dike ku niha li Ermenîstanê ji xeynî selefên wan Sêrj Sargsyan û Robêrt Koçeryan tu sîyasetmedarên alîgirê Rûsîyayê tune ne, “ji ber vê yekê li wir kesek tune ku li ser navê Rûsyayê biaxive”.
“Vêdomostî” ê bi bîr xistîye ku têkilîyên di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanê de di destpêka salên 2020 î de dest bi xirabûnê kirin. Sala 2022 a de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji ber gelek şer û pevçûyînên çekdarî yên li ser sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê daxwaza alîkarîya leşkerî ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve kir, lê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv leşker li wir bi cîh nekir.







